DYE: Ji vî şerî Azerbaycan berpirsyar e

Seroka Meclîsa Nûneran a DYE'yê Nancy Pelosî di dema serdana Erîvanê de, 'êrîşên îllegal û kujer' ên Azerbaycanê yên li ser Ermenistanê şermezar kir.

Nancy Pelosî li Erîvanê di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji şerê dawî Azerbaycan berpirsyar e.

Pelosî diyar kir ku Ermenistan ji bo wan 'xwedî girîngiyeke taybet e' û nerazîbûn nîşanî "êrîşên neqanûnî û kukjer ên Azerbaycanê yên li ser Ermenistanê."

Pelosî ku 17'ê Îlonê dest bi serdanê kir, 19'ê Îlonê ji Erîvanê çû. Pelosî di serdanê de bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re rûnişt û serdana bîrdariya qirkirinê kir.

Azerbaycan nerazîbûn nîşanî gotinên Pelosî da û îdîa kir ku "bêbingeh" e.

Pelosî yekane rêvebera herî payebilind a Emerîkî ye ku piştî sala 1991'ê dema ragihandina serxwebûnê û vir ve serdana Ermenistanê kiriye.