Eş-Şebab Somalî berê xwe da Etiyopyayê

Piştî êrîşa 2 hezar çeteyên Eş-Şebab a li ser sînor, rayedar ditirsin ku vê koma ser bi El Qaîdeyê xwe berdabe nava welêt.

Eş-Şebab a ser bi El Qaîdeyê 20'ê Tîrmehê êrîşeke mezin bir Etiyopyayê. Di dema êrîşê de nêzî 2 hezar çeteyî avêtin ser sînorê dirêj ê herdu welatan Û li hin cihan bi qasî 150 km'yî da nava xaka Etiyopyayê.

Artêşa Etiyopyayê piştî şerê giran û êrîşên hewayî yên du heftayn xaka xwe ji nû ve bi dest xistibe jî, rewş aram nîne. Meh û nîvek piştî operasyonan jî li ser sînor şer hîn jî dewam dike.

Rêveberekî ji herêma Somalî ya li rojhilatê Etiyopyayê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re axivî û got, "Li herêmên sînor rewş timî diguhere." Dîplomatekî rojavayî ıyê li Addîs Ababayê jî diyar kir ku rayedarên herêmî ji ketina nava welêt a çeteyan bi tirs û fikar in.

Pisporê Somalî yê ji Koma Înternatîonal Crîsîs  ku saziyeke fikrî ye Omar Mahmood jî got, "Hewl didin ku demeke dirêj li qadê bi cih bibin."

Li gorî lêkolînerê CNRS Roland Marchal jî got, "Eşkere ye ku wê polîtîkayeke welê bimeşînin ku bi rengekî ewle xwe li herêmê bi cih bike. Armanca wan a destpêkê êrîş nîne. Destpêkê dixwazin bêne qebûlkirin û têkiliyan çêbike."

Ji Enstîtuya Hîraalê Samîra Gaîd meha Gulanê ji Le Monde re gotibû, armanca Şebab ew e ku herêmê bi temamî bi dest bixe û xelîfetiyeke Îslamî ava bike.

Nûnera taybet a Yekîtiya Ewropayê Annette Weber jî 7'ê Îlonê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku li Somalî di sala 2022'an de êrîşên Eş-Şebab gelekî zêde bûne, gihîştiye asta tundiyê ya sala 2017'an û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî vê rêxistinê têbikoşe bikeve nava hewldanên girîng.