Oxfam: Li 10 welatan birçîbûna giran ji sedî 123 zêde bû

Tevgera global a li dijî birçîbûn û xizaniyê Oxfamê ragihand ku li 10 welatên li hemberî krîzên avhewayê bêparastinin, ji sala 2016'an û vir ve birçîbûn ji sedî 123 zêde bûye.

Di rapora Oxfamê de işaret bi ziwatî, felaketên lehiyê û çolbûyînê hate kirin. Hate ragihandin, li welatên ku li pêşberî krîzên avhewayê herî zêde bêparastin in, di nava şeş salan de birçîbûna dijwar bi du qatî zêde bûye.

Oxfamê diyar kir ku li 10 welatan ji sedî 123 birçîbûna dijwar zêde bûye û ragihand, li Somalî, Haîtî, Cîbûtî, Kenya, Nîjer, Afganistan, Gûatemala, Madagaskar, Bûrkîna Faso û Zîmbabweyê 48 milyon mirov birçî ne û ji bo karibin jiyana xwe bidomînin pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye. Hate ragihandin ku 18 milyon ji van mirovan li ser sînorê birçîbûnê ne.