Di şerê li ser sînorê Kirgiz-Tacik de hejmara miriyan gihişt 100’î

Kirgizistan û Tacîkistanê îro bi daxuyaniyekê ragihandin ku di şer û pevçûnên li ser sînor de nêzîkî 100 kes hatine kuştin.

Komarên Sovyeta berê di navbera 14-16 Îlonê de li ser nakokiya sînor bi hev ketin û her du aliyan jî bikaranîna tank, hewan, roket û balafirên êrîşê ji bo êrîşkirina bi ser qerekol û cih û warên li nêzê wan de sûcdar kirin.

Sînorê her du welatan bi Çînê re heye, sînorê Tacikistanê bi Efxanistanê re dirêj e. Beşên dirêj ên sînor ku her du dewlet pê ji hev vediqetin, bi niqaş in. Di Nîsana sala 2020’an de ji ber şer û pevçûnan 50 kes hatin kuştin û îhtimala pevçûneke mezintir zêde bû.

Pirsgirêkên sînorî yên Asyaya Navîn, bi piranî ji serdema Sovyetan diqewimin.

Roja Yekşemê derengiya şevê Kirgizistanê, ragihand ku di şer de 13 kesên din jiyana xwe ji dest dane û berê jî 46 kesan jiyana xwe ji dest dane û 102 kes jî birîndar bûne.

Berê jî Kirgizistanê got ku nêzîkê 137 kes ji cihê şer hatine derxistin. Hikûmetê ji bo yên jiyana xwe ji dest dan rojek şîn îlan kir.

Medyaya Kirgiz şer wek dagirkerî pênase kir û da zanîn ku qismek ji kesên roja Yekşemê ji herêma bi şer hatine derxistin, vegeriyane malên xwe.

Tacikistanê roja Yekşemê diyar kir ku 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Karên Derve ya Tacikistanê destnîşan kir ku Kirgizistan bi kampanyayeke medyayê li dijî vê yekê dewam dike û da xuyakirin ku Serokdewletê Kirgizistanê Sadyr Japarov, di axaftinek xwe ya roja Şemiyê de gotiye Tacikistan dijmin e.

Her du aliyan, 16’ê Îlonê agirbest ragihand û agirbest tevî çend bûyerên bombebarankirinê ku tên îdiakirin, dewam kir.

Kremlînê got ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtin roja Yekşemê bi telefonê bi Japarov û Serokdewletê Tacikistanê yên payebilind Emomalî Rakhmon re axiviye.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku Pûtîn ji bo rageşî zêdetir nebe banga çareseriyê bi rêyên aştiyane, siyasî û dîplomatîk demildest li her du aliyan kiriye.