Leşkera Ermen Asuh Apetyan piştî destdirêjiyê hate qetilkirin

Leşkera Ermen Asuh Apetyan ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hatibû girtin, piştî ku bi êşkenceyê hate qetilkirin bedana wê hat teşhîrkirin.

Derket holê ku leşkera Ermenî Asuh Apetyan (36) ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hatibû, piştî ku bi saxî ket destê leşkerên Azerbeycanê destdirêjî lê hatiye kirin, bi awayekî hovane êşkence kirine û qetil kirine.

Nûçegîhana France 24 Achren Verdian ku bûyerê ji medya dîjîtal ragihand wiha got: "Ansuh Apetyan 36 salî ye û dayîka 3 zarokan e, li nêzikî #Jermukê hate qetilkirin. Leşkerên Azerbeycanê dîmenekî parve kirin ku me bihîst dikeniyan. Destdîrêjî li leşkera jin a Ermenî kirin ling û tiliyên wê hatin jêkirin û çavên wê derxistin."

Piştî ku dîmenên wê li ser medya dijîtal hatin belavkirin, gelek kesan nerazîbûn nîşanê bûyerê dan. Rayederên Ermenî diyar kirin ku Azerbeycanê sûcê şer kiriye û bûyerê mîna binpêkirina mafên navneteweyî bi nav kirin.