NY: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcê şer de ye

Neteweyên Yekbûyî diyar kir êrîşên ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li herêmên dagirkirî dike, di çarçoveya sûcên şer de ye.

Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî rapora Sûriyeyê ya ku xwe dispêre lêpirsînên li herêmê û serdema 1’ê Çileyê – 30’ê Hezîrana 2022’an, eşkere kir. Bi beşdariya Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paûlo Pînheîro, endamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke çapemeniyê hate lidarixistin û rapor hate eşkerekirin.

PÎNHEÎRO: SÛRIYE NIKARE ŞEREKÎ DIN HILGIRE

Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paûlo Pînheîro derbarê raporê nirxandin kir û got “Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve diçe.”

Serokê Komîsyonê Pînheîro diyar kir li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye û bal kişand ser gef û êrîşên ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pînheîro derbarê vegera kesên ji Sûriyeyê jî got “Ji bo vegerê divê hilbijartinek were kirin, divê veger ewle, bi rûmet û ji dil be.”

Di raporê de hate diyarkirin li ser axa Sûriyeyê hemû aktorên çedar çalak in û hate diyarkiri li ser sivîlan û warên sivîlan êrîş didomin, azadiya îfadekirinê tê astengkirin, mal û milk tên desteserkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ev tişt di çarçoveya sûcên şer de ne.

‘LI EFRÎNÊ SÛCÊN ŞER DIDOMIN’

Di raporê de qala binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikumeta Sûriyeyê û ya çeteyên li Îdlîbê hate kirin û di heman demê de bi awayekî berfireh qala êrîşên li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hate kirin. Ev herêm di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê de ne. Di raporê de hate diyarkirin ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ û hêzên girêdayî wê li Efrînê sûcên şer piştî sala 2021’an zêdetir kirine û hate gotin “Sivîlên ku tê îddîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser hene, bi awayekî kêfî tên destgîrkirin, êşkence li wan tê kirin û hinek jê piştî ku tên destgîrkirin tên windakirin. Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên ku tên destgîrkirin û girtin jî êrîşên zayendî li ser wan tê kirin.”

‘ARTÊŞA TIRK MILKIYETÊN TAYBET DESTESER DIKE’

Di raporê de hate diyarkirin li qadên di bin kontrola Tirkiyeyê de heke binpêkirinên mafan were kirin, berpirsê vî tiştî Tirkiye ye û û hate gotin “Artêşa Tirk û tûgayên ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji sala 2020’an ve tê astengkirin ku şêniyên Kurd ên gundê Davûdiyê yê herêma Serêkaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesên ji wan hate hilweşandin. Li gorî dîmenên ji peykê baregehên artêşa Tirk û tesîsên wê hê jî hene. Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tazmînatê yê gundiyan tune dihesibîne, ev jî tê wateya ku binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”

‘ÊRÎŞA KOBANÊ JÎ YEK JI SÛCÊ ŞER E’

Di raporê de qala êrîşên ku Tirkiye û çeteyên girêdayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin jî hate kirin. Di raporê de qala êrîşa di 8’ê Çileya 20222an de ya li Kobanê hate kirin û hate gotin “Ev êrîş bi hawanên 120 mm yên ji Tirkiyeyê hate kirin. Di vê êrîşê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û zarok û jin di nav de 12 kes jî birîndar bûn. Ji bo ku mirov bibêje ev êrîş di çarçoveya sûcê şer de ye sedemên maqûl hene. Ji ber ku di vê êrîşê de kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.”

Di raporê de qala êrîşên ku Tirkiye bi dronên çekdar dike jî hate kirin û hate gotin di van êrîşan de kesên sivîl dibin hedef.

Di raporê de qala bûyerên li kampên Hol û Rojê û êrîşên DAÎŞ’ê jî hate kirin. Di raporê de bang li dewletan hate kirin ku bila hemwelatiyên xwe yên li kampan werbigirin û bang li QSD’ê hate kirin ku ji bo pêşîgirtina mirinên li kampan divê ji bo lêpirsînan gavên zêdetir biavêje.

Ev rapor wê di 22’ê Îlonê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî de wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan a 51’emîn were kirin.