Azerbaycanê Ermenistan bombe kir

Dewleta Tirk gelek çek şandibû ji Azerbaycanê re. Piştî nîvê şevê Azerbaycanê gelek herêmên Ermenistanê bombe kir.

Bomberdûman saet di 00.05’an de dest pê kir. Şêniyên Jermûk, Vardenîz û Gorîsê dengê gelek teqînan bihîstin.

Hate diyarkirin li ser sînor gelek top hatine avêtin. Li Gorîsê ya ku 25 hezar nifûsa wê heye jî dengê gelek teqînan hat.

Li bakurê rojhilatê Ermenistanê li herêma Gegarkûnik a nêzî Gola Sewanê jî dronên Tirkan ên Bayraktar TB-2 hatin dîtin.

Li Kapanê ya ku li başûrê welat e jî piştî saet 01.00’an de dengê bomberdûmanê hat. Li bajarên Martûnî, Artanîş û Sotkê ya nêzî Behra Reş jî dengê topan hat.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir di êrîşan de gelek kes mirine û birîndar bûne lê bîlançoyeke zelal neda.

Piştî ku êrîşan dest pê kir du saet şûnde hikumeta Ermenistanê li Êrîvanê kom bû. Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê bi Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Antony Blînken re axivî.

Ligel van hewldanan şer li ser sînor domiya. Hate diyarkirin di destê sibehê de jî şer domiyaye.

Gelek pisporan diyar dikirin wê Azerbaycan êrîşeke nû bikin ji ber ku du roj berê dewleta Tirk bi balefiran çek ji Azerbaycanê re şandibû.