Îsraîlê êrîşî artêşa Şamê kir: Herî kêm 5 kes mirin

Îsraîlê nêzî balefirgeha Şamê êrîşeke hewayî kir û hate ragihandin herî kêm 5 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a bi navê Sana ya ku girêdayî hikumeta Şamê ye, li balefirgeh û pirên li başûrê Şamê hate xistin. Heman çavkaniyê diyar kir ku di êrîşê de 5 leşker hatine kuştin û xisareke maddî pêk hatiye.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ji xeynî 5 leşkerên Sûriyeyê, du milîsên ku Îranê piştgirî dida wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê di du mehên dawîn de balefirgeha Helebê ya li bakurê welat du caran bombe kir.

Ji sala 2011’an û vir ve piştî ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir, Îsraîlê bi sedan caran li hêzên Şamê, hêzên Îranê û Hîzbûllaha Lubnanê daye.