DYE’ê ambargoya çekan a li ser Qibrisê rakir

Serokkomarê Qibrisê ragihand ku bi temamî rakirina ambargoya çekan ku aliyê DYE’ê ve hatibû danîn, biryareke dîrokî ye.

Washington, di sala 1987’an de ambargoya çekan danîbû li ser Qibrisê .

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’ê Antony Blinken roja înê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku wan qedexeyên bazirganî yê li ser Qibrisê rakirine.

Serokkomarê Qibrisê Nicos Anastasiades li ser hesabê xwe ya Twîtterê diyar kir ku bi temamî rakirina ambargoya çekan ku ji aliyê DYE’ê ve hatibû danîn, biryareke dîrokî ye.

Hîn rayedarên Emerîkî jî diyar kiribûn ku ambargoya çekan ya li ser Qibrisê dibe encameke berevajî bi xwe re bîne.

Dewleta Tirk hebûna xwe ya li bakurê Qibrisê ku di sala 1974’an de dagir kiribû didomîne û ji ber ambargoyê bi fikar bû ku Qibris ji ber kirîna çekan nêzî Rûsyayê bibe.

Qibris di sala 2015’an de di peymanê de destûr dabû ku Moskowa nêzî benderên Qibrisê bibe.

Kongreya Amerîkayê di Kanûna 2019’an de ji bo rakirina ambargoyê dengê xwe dabû.