CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Serokê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Gorbaçov mir
Serokê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Mîhaîl Gorbaçov, ku Rojavayiyan jê hez dikir, Rûs jî jê aciz bûn, di 91 salî de mir. -
Sedr ji alîgirên xwe xwest ku di nava saetekê de vekişin
Lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda Sedr ji alîgirên xwe yên li Bexdayê xwest, ku di nava saetekê de ji Herêma Kesk vekişin. -
Dewleta Tirk li Kerkûkê paramîlîterên nijadperest çalak dike
Dewleta Tirk li Kerkûkê leşkerên bi pere yên Eniya Tirkmen çalak dike. -
Di pevçûnên li Bexdayê de 23 kes mirin, nêzî 400 kes jî birîndar bûn
Di şer û pevçûnên di navbera alîgirên hêzên dijber de li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, 23 kesên ku piştevaniya Serokê Şîa Mukteda Sadr dikirin, bi çekê hatin kuştin. -
Alozî li Iraqê mezin dibe
Piştî ku Muqteda es Sedr ragihand ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiya ye, alîgirên wî daketin qadan. Di çalakiyan de heta niha 12 kes mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne. Sedr xwepêşandan ji xwe re kir hincet û ragihand ku ketiye greva birçîbûnê. -
Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
Piştî ku Serokê Şîî yê Iraqî Mûkteda Sadr diyar kir wî xwe ji siyasetê vekişandiye alîgirên Sadr ketine herêma Kesk. Ji ber vê li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin. -
Alîgirên Sadr ketin hundirê Qesra Serokkomariyê
Piştî ku Serokê Tevgera Sadr Muqteda Es-Sadr vekîşîna xwe ya ji siyasetê ragihand, alîgirên Sadr ketin Herêma Kesk a ewlekariya bilind a Bexdayê. -
Muqteda Es-Sadr ji siyasetê vekişiya
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Es-Sadr ragihand ku ji îro pê ve xwe ji pêvajoya siyasî vekişandiye û diyar kir ku wê hemû saziyên Tevgera Sedr bigire. -
Li Pakistanê hejmara qurbaniyan gihîşt 1061 kesî
Li Pakistanê, hejmara kesên ji ber barana mûsonê ji meha Hezîranê û vir ve jiyana xwe ji dest dane gihîşt 1061 kesî. -
Sirbistan û Kosovayê li ser gera serbest li hev kirin
Sirbistan û Kosovayê, piştî tengazariyekê li ser gera serbest li hev kirin. -
Li Pakistanê 1033 kes ji ber lehiyê mirin
Li Pakistanê ji ber baranên zêde yên bûn sedema lehiyê ji serê mehê ve 1033 kes mirin. -
Sadr daxwaza vekişînê ji hemû partiyan kir
Li Iraqê, Serokê Şîa Muqteda Sadr daxwaz ji hemû aliyan kir, ku partiya wî jî di nav de, ji pêvajoyên siyasî ya piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên vekişin. -
Li Trablûsê di şer de herî kêm 23 kes mirin, 140 kes jî birîndar bûn
Li Trablûsê di navbera milîsên dijberê hev de şer qewimî. Hate ragihandin ku di şer de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 150 kes jî birîndar bûne. -
Li Pakistanê ji ber barana zêde hejmara miriyan gihişte hezarî
Li Pakistana ku ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hat îlankirin, hejmara kesên di barana zêde de jiyana xwe ji dest dane gihişt hezarî ku di nav wan de 343 zarok û 198 jî jin in. -
WHO’yê ji ber 4 nexweşiyên torpîkal çareser kir Togo pîroz kir
WHO welatê Afrîqaya Rojava wekî welatê yekem di cîhanê de ku kurmê Gîneyê, fîlaryaz a lenfatîk, nexweşiya xewê û trahomayê çareser kiriye, silav kir. -
Qeyrana enerjiyê: Banga civîna lezgîn li YE’yê hat kirin
Serokwezîrê Komara Çekyayê Petr Fîala ku serokatiya vê serdemê ya Yekîtiyê Ewropayê (YE) dike, da zanîn ku ji bo bikaribin pêşî li bandora qeyrana enerjiyê ya têkildarê şerê Ûkraynayê bigirin ew ê banga civîna lezgînî bike. -
Pîlotê herî ciwan ê ku bi tena serê xwe li seranserê cîhanê firiya
Mack Rutherford ê 17 salî yê Îngiliz-Belçîkî bû pîlotê herî ciwan ku bi balafireke biçûk bi tena serê xwe li dora cîhanê firiya. -
Ji ber barana zêde 777 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Pakistanê ji ber baranên mûsonê yên ku ji 14’ê Hezîranê ve dewam dikin, 777 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Sûriyê generaleke Îranî hat kuştin
Li gorî medyaya Îranê generalê Muhafizên Şoreşê Ebulfezl Elîcanî li Sûriyê di dema “erka bejahî” bi cih dianî de hatiye kuştin. -
Alîgirên Sedr li ber Dadgeha Bilind çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Alîgirên Muqteda Sedr ku zêdetirî 3 hefte ne li ber parlementoya Iraqê çalakî dikirin, li ber Dadgeha Bilind dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Katarê bi dehan karker dersînor kirin
Bi dehan karkerên li Katarê ji ber ku mûçeyên wan nedidan, kêmê sê mehan ji Kûpaya Cîhanê re mabû çalakiya protestoyî kirin, hatin dersînorkirin. -
Li Misrê serokên 5 welatên Erebî dicivin
Serokên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê li bajarê Elemên ê bakurê Misirê dicivin. -
Li Cezayîrê di şewata daristanan de herî kêm 43 kes mirin
Hat ragihandin ku di rojên dawî de li Cezayîrê ji ber şewatên mezin ên daristanan herî kêm 43 kes mirin. -
Li Kerbelayê 7 cenaze ji tirbeya hilweşiyayî hatin derxistin
Li bajarê pîroz ê Şîa yên Iraqê li Kerbelayê tirbe hilweşiya. Cenazeyên 7 kesan ji binê xirbeyê tirbeyê hatin derxistin. -
Li Efxanistanê lehî rabû
Di lehiya bi şid a li rojhilatê Efxanistanê rabû de, hat ragihandin ku herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyê 3 hezar mal xera bûne.