Di şerê Baku û Êrîvanê de 170 kes hatin kuştin, agirbest didome

Di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de ya ku Ermenistan tê bombekirin, hejmara miriyan 170 derbas kir. Hate diyarkirin aliyên şer li gorî agirbestê tevdigerin.

Piştî şerê du rojan hate diyarkirin ji roja Pêncşemê û şûnde li gorî agirbestê tê tevgerîn.

Li gorî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Ermeniyan di şeva Çarşemê de piştî ku civaka navneteweyî jî tevlêbûn, şer bi dawî bû.

Rûsya ya li herêmê diyar kiribû ku piştî roja Sêşemê agirbest hatiye îlankirin lê agirbest hatibû îxlalkirin.

Rayedarên Ermenistanê roja Çarşemê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn 105 leşker mirine û Azerbaycanê 10 kîlometreyan axa Ermenistanê dagir kiriye.

Azerbaycanê jî diyar kir di şeran de 21 leşker mirine û hejmara miriyan bûye 71.

Tê payîn ku bi pêşengiya Moskovayê wê heyeteke Rêxistina Peyaman Ewlekariyê ya Kolektîf vê Pêncşemê biçe Êrîvanê û li ser rewşê lêkolînê bike.