CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku di dema operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, di êrîşên bombeyî ya li bajarokê Tarmiya ya dikeve bakurê paytext Bexdayê de, 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin. -
Li Efganistanê êrîşa bombeyî: 30 kes mirin
Di êrîşa bombeyî ya li Efganistanê hate kirin de, bi kêmanî 30 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn. -
Di şerê Kirgizistan û Tacîkistanê de herî kêm 13 kes mirin
Kirgizistan û Tacîkistan ku du welatên Asya Navîn e, bi hev ketin. Di şer de herî kêm 13 kes hatin kuştin. -
Yekîneyên NATO'yê dest bi vekişîna ji Efganistanê kirin
Hêzên NATO'yê yên li Efganistanê, roja Pêncşemê dest bi vekişînê kirin. -
Li Îsraîlê îzdihama cejnê: 44 kes mirin
Li Çiyayê Meronê yê li bakurê Îsraîlê, dema ku Cejna BaOmer dihate pîrozkirin, îzdihamê rû da. Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Aboriya Latîn Emerîkayê wê mezin bibe, lê xizanî wê dewam bike
Welatên Latîn Emerîkayê ku ji ber şewbê ketine nava krîzeke giran a civakî û aborî, tê payin ku ji aliyê aborî ve mezin bibin, lê belê fikar hene ku rewşa nediyar bibe sedem ku newekhevî û xizanî zêde bibe. -
Gemara plastîk: Dibe ku li okyanûsan masî jî nemîne
Hişyarî tê dayin ku okyanûsên her sal bêhtir bi plastîkan tên herimandin, eger tedbîr neyên girtin wê bibin qadeke welê ku di nava 30 salî de masî jî lê nemînin. -
Rojavayî encamên ku ji hilbijartina Sûriyê wê derkevin ji niha ve red kirin
Welatên endamên rojavayî yên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê encamên hilbijartinê ku tê payin 26'ê Gulanê li Sûriyê bibe, ji niha ve red kirin. -
Siûdiyan biryar dan ku gelek dibistanên Tirk bigirin
Rêveberiya Erebistana Siûdî ji Tirkiyeyê re ragihand ku wê gelek dibistanên wê yên li Siûdî bigire. -
Fransayê dest bi girtina endamên Tûgaya Sor kir
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron biryar da ku endamên berê yên Tûgaya Sor îade bike. Bi hinceta ku di salên 1970 û 1980’an de li Îtalyayê çalakî kirine, 7 endamên Tûgaya Sor hatin girtin û li 3 endaman jî digerin. -
DYE beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ji Efganistanê vedikişîne
DYE ku xwe amade dike leşkerên xwe ji Efganistanê vekişîne, ji ber zêdebûna êrişên demên dawî biryar da ku beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ên li vî welatî vekişîne. -
Li rojavayê Efrîkayê bi dehan çete hatin kuştin
Malî yek ji wan welatên li rojavayê Efrîkayê ye ku şerê li dijî çeteyên Îslamî yên tundrew lê giran e. Rayedaran diyar kirin ku bi dehan çete hatine kuştin. -
Komkujiyên li Kolombiyayê zêde dibin: Bi deh hezaran kesî koç kir
Li gel peymana agirbestê jî ku hî di meriyetê de li Kolombiyayê şerê navxweyî zêde dibe. Hate ragihandin ku bi deh hezaran kes ji cih û warê xwe bûne. -
HRW'ê ji bo polîtîkayên Îsraîlê got 'apartheîd'
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên li Îsraîlê û Fîlîstîniyên xaka wan hatiye dagirkirin got, 'apartheîd'. -
Li peravên Giravên Kanaryayê drama koçberan: 17 kes mirin
Li Giravên Kanaryayê ku van salên dawî rêya herî zêde ya ber bi Ewropayê ye, keştiyek noqî binê avê bû. Cenazeyê herî kêm 17 koçberan hate dîtin. -
Li gorî Putîn, sûcdariya Çekyayê 'absurt' e
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, îdîayên Çekyayê ku dibêje, welatê wan li Çekyayê 'êrişa terorîstî kiriye', sûcdariyeke absurt e. -
Li Qûdsê 'destûr' a ji bo kêmkirina tansiyonê
Piştî xwepêşandan û şerê li Qûdsê yê ku bi rojane dewam dikin, polîsên Îsraîlê herêmek ku li Fîlîstîniyan hatibû girtin ji nû ve lê vekirin. -
Li Efganistanê NATO xwe vedikişîne, Talîban êrişên xwe zêde dike
Di êrişên cuda de yên li dijî hêzên ewlekariyê yên Efganistanê hatin kirin, herî kêm 12 polîsan jiyana xwe ji dest dan. -
Qedexekirina çixareyê gelo dikare pêşî li kişandina wê bigire?
Li Zelanda ya Nû ku tê xwestin, kişandina çixareyê bi temamî bê qedandin, hikumetê dixwaze kişandina çixareyê li mirovên piştî sala 2004'an ji dayik bûne qedexe bike. Ev pêkanîn di heman demê de bûye cihê fikaran. -
Hûsî li Marîbê bi pêş ve diçin, di şer de 65 kesên din jî mirin
Li Marîbê ku keleha dawî ye di destê hêzên hikûmeta bakurê Yemenê de, Hûsiyên Şiî bi pêş ve diçin, 48 saetên dawî 65 kesên din jî mirin. -
Bîlançoya şewata li nexweşxaneya Bexdayê giran bû: 82 mirî
Li paytexta Iraqê Bexdayê li nexweşneya ku nexweşên Covîd-19'ê lê dihatin tedawîkirin kesên ku mirin bûne 82 kes. -
Cara pêşî ye ku li Sûriyê êrîş diçe ser keştiya petrolê ya Îranê
Hate ragihand bi êrîşa ser keştiya petrolê ya Îranê sê kes hatine kuştin. -
Nexweşxaneya Covîdê ya li Iraqê şewitî: Herî kêm 23 kes mirin
Li paytexta Iraq Bexdayê, li nexweşxaneyek ku nexweşên Covîd-19 lê dihatin dermankirin, li beşa wê ya servîsa lezgîn şewat derket. Herî kêm 23 kes mirin. -
Serokê DYE’yê Bîden Qirkirina Ermenan weke qirkirin pênase kir
Serokê DYE’yê Joe Bîden, di daxuyaniya xwe ya 24’ê Nîsanê di malpera Qesra Spî de diyar kir ku ew qirkirina Ermenan wekî qirkirin pênase dikin. -
Li Ermenistanê cangoriyên qirkirinê hatin bibîranîn
Ermen û Kurdan, li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê cangoriyên qirkirinê bibîranîn.