Li Qûdsê 'destûr' a ji bo kêmkirina tansiyonê

Piştî xwepêşandan û şerê li Qûdsê yê ku bi rojane dewam dikin, polîsên Îsraîlê herêmek ku li Fîlîstîniyan hatibû girtin ji nû ve lê vekirin.

Ji destpêka meha Remezanê ve li herêma bajarê kevn ê Qûdsê ketin û derketin qedexe ye. Xwepêşandanên ku ji ber vê qedexeyê dest pê kirin dewam dikin. Hate ragihandin ku heta niha bi sedan kes birîndar bûne.

Piştî şerê ku bi rojan dewam kir, polîsên Îsraîlê qedexeya li Deriyê Şamê yê li bajarê kevn doh betal kir û destûr da ku xwepêşandan lê bicivin.

Li gorî medya Îsraîlê, destûra ji bo ketin û derketina li herêma qedexekirî ji bo 'kêmkirina tansiyonê' ye.

Şerê ku beriya du hefteyan li Qûds a Rojhilat dest pê kir, aloziya navbera koma Yahûdî ya rastgiriya tund ku dirûşma 'Mirin ji Ereban re' diqîriya û Fîlîstîniyan de zêde kiribû.