Li Efganistanê NATO xwe vedikişîne, Talîban êrişên xwe zêde dike

Di êrişên cuda de yên li dijî hêzên ewlekariyê yên Efganistanê hatin kirin, herî kêm 12 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Di demekê de ku NATO amadekariyan dike hêzên xwe yên leşkerî li Efganistanê vekişîne, êriş zêde bûne.

Li gorî rayedarên wîlayeta Logarê, li navçeya Mohammed Aga di kemînekê de ya li dijî polîsan hate danîn, 7 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 3 polîs jî birîndar bûn.

Li navçeya Maiwandê ya wîlayeta Kandaharê jî di êrişekê de 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ev êriş ji aliyê çalakgerekî xwekuj bi rêya wesayita bombebarkirî hatiye kirin.

DI 10 ROJÊN DAWÎ DE 62 ÊRIŞ HATIN KIRIN

Di demekê de ku Serokê DYE'yê Joe Biden ragihand ku wê yekîneyên xwe yên li welêt bi temamî vekişîne û NATO'yê jî dest bi amadekariyên di vê çarçoveyê de kiriye, balkêş e ku êrişên Talîbanê zêde bûne. Talîbanku gelek qadên bejahî û navendên hin bajaran kontrol dike, di nava 10 rojên dawî de herî kêm 62 êrişên bombeyî kir.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, di êrişan de tenê ji sivîlan zêdeyî 60 kesî jiyana xwe ji dest dan, 180 kes jî birîndar bûn.

Di vê demê de ku danûstandinên navbera Talîbanê û hikumeta Efganistanê dewam dike, ji 36 welatan 9 hezar û 600 leşkerên NATO'yê ku 2 hezar û 500 ji wan Emerîkî ne, amadekariyan dikin ku ji Efganistanê veikşin. Tê plankirin ku vekişîn piştî 1'ê Gulanê dest pê bike.