HRW'ê ji bo polîtîkayên Îsraîlê got 'apartheîd'

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên li Îsraîlê û Fîlîstîniyên xaka wan hatiye dagirkirin got, 'apartheîd'.

Hîn beriya rapor bê weşandin Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê got, 'belavoka propagandayê ye', eleqeya xwe bi bûyer û rastiya li qadê nîne, ji aliyê rêxistineke ku li dijî Îsraîlê xwedî ajanda ye, hatiye amadekirin.

Mehên dawî rêxistinên civakî yên Îsraîlî mîna B'Tselem jî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên Îsraîlî û li ser Fîlîstîniyên li Şerîa Rojava, Gazze û Rojhilatê Qûdsê bi gotina 'apartheîdê' pênase kirin.

Lê belê yekemcar di asta navneteweyî de rêxistineke civakî ya sivîl ku mafên mirovan diparêze got 'polîtîkaya apartheîd'ê.

Di rapora HRW'ê de hate gotin, "Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li gorî lêkolînên xwe gihîşt wê encamê ku hikumeta Îsraîlê li ser nifûsa Erebên Îsraîlî û Fîlîstîniyên li xaka dagirkirî bi zanebûn serweriyê dimeşîne."

Li gorî HRW'ê dema ku 'zilma bi rêk û pêk' û 'çalakiyên li derveyî mirovahiyê' li 'serweriya bi zanebûn' bê zêdekirin, ev yek dibe sûcê 'apartheîd'ê.