Bîlançoya şewata li nexweşxaneya Bexdayê giran bû: 82 mirî

Li paytexta Iraqê Bexdayê li nexweşneya ku nexweşên Covîd-19'ê lê dihatin tedawîkirin kesên ku mirin bûne 82 kes.

Li Bexdayê li nexweşxaneya Ibh el Xatîb ku piranî nexweşên Covîd-19'ê lê dihatin dermankirin şewateke mezin derket, şewatê piraniya nexweşxanê da ber xwe.

Di şewatê de ya li beşên lezgîn hate ragihandin bi kêmanî 82 kes mirine, 110 kes jî birîndar bûne.

Li gorî kanên ewlehî û tendiristiyê tûpên oksîjenê ku baş nehatin parastin bûne sedema şewatê. Alav û pêtiyên şewatê piştre li hemû qatên nexweşxaneyê berbelav bûn.

Têkilî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin, hikûmetê got ji 200'î zêdetir nexweş xilas kirine lê derheqê mirî û birîndaran agahî neda.

Tê gotin şewat ji sersariyê derketiye. Sersarî jî bi gendeliyê re têkildar e. Ji ber vê hema di pey şewatê re bi hashtaga ''Wezîrê Tendiristiyê Îstîfa Bike'' nîqaşê dest pê kir.

Komîsyona mafê mirovan a bi ser hikûmetê ve got Wezîrê Parastinê li dijî nexwşexan xwe bi hêviya xwe bi wan ve hiştine, sûc kiriye.

Komîsyonê ji Serokwezîr Mustafa El Kazimî xwest ku Wezîrê Tendiristiyê Hasan El Tamîmî ji peywirê bistîne û teslîmî dadê bike.