Siûdiyan biryar dan ku gelek dibistanên Tirk bigirin

Rêveberiya Erebistana Siûdî ji Tirkiyeyê re ragihand ku wê gelek dibistanên wê yên li Siûdî bigire.

Li gorî nûçeyên ku di medya Tirk de hatin weşandin, rêveberiya Erebistana Siûdî ji Enqereyê ragihandiye ku herî kêm 8 dibistanên wan hatine girtin ku zêdeyî 2 hezar xwendekarî lê dixwend. Li gorî nûçeyên navborî, li van dibistanên ku wê dawiya sala perwerdeyê ya îsal bêne girtin 2 hezar û 250 xwendekaran lê dixwendin.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku piştî belavbûna nûçeyê ji wezaretên karên derve û perwerdeyê yên Tirk daxuyanî xwestiye, lê bersiv wernegirtiye. Di medya Tirk de jî hate îdîakirin ku ev biryar wê bibe sedema 'nerazîbûna tund' a Enqereyê.

Rêveberiya Erebistana Siûdî meha Adarê jî biryar da bû ku 5 dibistanên Tirk ên li bajarê Mekkeyê bigire.

Ji ber têkiliya aloz a navbera herdu welatan, Erebistana Siûdî sala 2019'an biryar da bû ku malên Tirk boykot bike û ev biryar hîn di meriyetê de ye.