Li Efganistanê êrîşa bombeyî: 30 kes mirin
Di êrîşa bombeyî ya li Efganistanê hate kirin de, bi kêmanî 30 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa bombeyî ya li Efganistanê hate kirin de, bi kêmanî 30 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn.
Bi wesayîtê êrîşeke bombeyî li herêma Logar a dikeve başûrê paytexta Efganistan Kabîlê pêk hat. Di êrîşê de 30 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Waliyê Herêma Logar Dîdar Lawange daxuyaniyek daû li nêzî rêveberiya xwecihî ya paytexta herêmê Pûl-e Alam û nêzî nexweşxaneyê pêk hatiye.
Hê ti alî êrîş li xwe negirtiye.