Aboriya Latîn Emerîkayê wê mezin bibe, lê xizanî wê dewam bike

Welatên Latîn Emerîkayê ku ji ber şewbê ketine nava krîzeke giran a civakî û aborî, tê payin ku ji aliyê aborî ve mezin bibin, lê belê fikar hene ku rewşa nediyar bibe sedem ku newekhevî û xizanî zêde bibe.

Aboriya Meksîka, Emerîka Navîn, Karabîk û welatên Başûrê Emerîkayê sala 2020'î ji sedî 7,1 kêm bûbû. Li van welatan ku zêdeyî 600 milyon mirov lê ne, fikar hene ku ji ber lawaziya aboriyê bi dehan milyon mirov xizan bibin.

MEZINBÛNA TÊ PAYIN WÊ BIBE, LÊ WÊ KÊMÎ SALA 2019'AN BE

Aboriya welatên Latîn Emerîkayê, îsal wê mezin bibe. Li gorî texmînên Komîsyona Aboriyê ya Latîn Emerîka û Karabîkê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (CEPALC) mezinbûna îsal a aboriyê wê ji sedî 4,1 be.

Texmînên CEPALC'ê di ser 0,4 pûanî re bû herî dawî meha Kanûnê pêşdîtina wê hate kirin. Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku mezinbûn çiqasî bilind jî be, ev yek wê negihêje asta beriya krîza aboriyê ya ji ber şewba Covîd-19 rû da.

JI GELEK ALIYAN VE NEDIYAR E

Sekretera Îcrayê ya CEPALC'ê Alicia Barcena pêşdîtinên aboriyê eşkere kir û ragihand ku li gel texmînan jî rewşa nediyar a ji gelek aliyan ve wê bandorê li aboriya welatên Latîn Emerîkayê bike. Barcena diyar kir ku newekheviya peydakirina derziyên dijî şewba Covîd-19, dirêjbûna dema derzîkirinê û nediyariya bandora derziyê li dijî vîrûsê, dike ku ev rewşa nediyar zêde bibe.

Alicia Barcena ragihand ku di nava krîza aboriyê de ya ji ber Covîd-19 rû da hejmara bêkaran jî gelekî zêde bûye. Li welatên Latîn Emerîkayê hejmara mirovên bêkar gihîşt 44 milyon kesî.

Li gorî raporekê ku par ji aliyê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate weşandin, xizanî û birçîbûna li Latîn Emerîkayê gelekî zêde bûye.

Di raporê de hate ragihandin ku li welatên Latîn Emerîkayê ku heta sala 2019'an 620 milyon kes lê bûn, mirovên nikarin xwe têr bikin 191 milyon mirov in. Li gorî heman raporê ji sedî 7,4 yanî 47,7 milyon mirov birçî ne. Lê belê ji ber rewşa rawestiyayî ya aboriya global bi dehan milyon mirovên din xizan bûn.