Nexweşxaneya Covîdê ya li Iraqê şewitî: Herî kêm 23 kes mirin

Li paytexta Iraq Bexdayê, li nexweşxaneyek ku nexweşên Covîd-19 lê dihatin dermankirin, li beşa wê ya servîsa lezgîn şewat derket. Herî kêm 23 kes mirin.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, tupên oksîjenê yên ku li gorî pîvanên ewlekariyê nehatin bicihkirin, teqiyan.

Şewata ku ji ber vê yekê li servîsa lezgîn a nexweşxaneya Îbn El Hatîp derket, li qatên din jî belav bû. Çavkaniyên tenduristî û elwekariyê ragihandin ku herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dane, 46 kes jî birîndar bûne.

Li nexweşxaneya ku mirovên bi vîrûsa Covîd-19 ketin û rewşa wan giran bû lê dihatin dermankirin, di dema şewatê de bi dehan xizmên nexweşan jî hebûn.

Parastina sivîl ragihand ku şewatê nîvê şevê rû da û diyar kirin ku li nexweşxaneyê sîstema parsatina ji şewatê tune bû, lewma şewat zû belav bû.

Parastina Sivîl diyar kir ku 120 nexweş û 90 xizmên nexweşan hatin rizgarkirin, lê têkildarî bîlançoya mirî û birîndaran agahiyeke zelal parve nekir.

DAXWAZA ÎSTIFAYA WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ TÊ KIRIN

Tê texmînkirin ku şewat ji ber xemsariyê rû dabe. Eger ji ber xemsariyê be hingî tê gotin ku pêwendiya xwe bi karên nelirê heye. Ji ber vê yekê heman piştî şewatê hastaga 'Wezîrê tenduristiyê bila îstifa bike' bû qada nîqaşeke berfireh.

Komîsyona Mafên Mirovan ji Serokwezîr Mistefa El Kazimî xwest ku dawî li wezîfeya Wezîrê Tenduristiyê Hasan El Tamîmî bîne.

Serokkomar Berham Salih û Serokê Parlamentê Mûhammed El Halbûsî daxwaza lêpirsînê kirin. Serokwezîr Mistefa El Kazimî ragihand ku lêpirsînê dest pê kiriye û xwestiye di nava 24 saetan de bi dawî bibe.

Kazimî tevî vê yekê berpirsyarê tenduristiyê yê sektora li rojhilatê Bexdayê, midûrê nexweşxaneyê, berpirsyarên ewlekariyê û berpirsyarê servîsa teknîkê ji wezîfeê dûr xist.

Kazimî her wiha ji bo sê rojan şîn ragihand.