Komkujiyên li Kolombiyayê zêde dibin: Bi deh hezaran kesî koç kir

Li gel peymana agirbestê jî ku hî di meriyetê de li Kolombiyayê şerê navxweyî zêde dibe. Hate ragihandin ku bi deh hezaran kes ji cih û warê xwe bûne.

Li Kolombiyayê sala 2016'an di navbera gerîlayên FARC'ê û hikumetê de peymana aştiyê hatibû îmzekirin û bi vî rengî dawî li şerê nîv sed salê hatibû anîn. Lê belê ev peyman roj bi roj bêwate dibe.

Piştî ku FARC veguherî partiya siyasî, li gel komên cuda yên gerîla ku jê cihê bû, tevgera ELN'ê têkoşîna çekdarî dewam kir. Her wiha karên komên paramîlîter û çeteyên narkotîkê zêde bûn.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê ombûdsmanê ve hate parvekirin, tenê di sê mehên destpêkê yên vê salê de bi deh hezaran kes ji ber şer ji cih û warê xwe bûn. Li gorî vê yekê di navbera mehên Çile û Adarê de ji ber şer 27 hezar û 435 kes neçar man warê xwe biterikînin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jî êriş û şer zêde dibin. Hate ragihandin ku tenê hefteya derbasbûyî 7 gerîlayên berê yên FARC'ê hatin qetilkirin.

FARC'ê jî diyar kir ku ji sala 2016'an dema ragihandina peymana aştiyê û vir ve 271 gerîlayên wan ên berê hatine qetilkirin.