Li Îsraîlê îzdihama cejnê: 44 kes mirin

Li Çiyayê Meronê yê li bakurê Îsraîlê, dema ku Cejna BaOmer dihate pîrozkirin, îzdihamê rû da. Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya ji aliyê Xaça Sor a Îsraîlê Magen David Adom ve hate parvekirin, di dema cejnê de ya li nêzî bajarê Safedê îzdihamê rû da. Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 20 ji birîndaran giran e.

Tîmên alîkariya lezgîn destpêkê diyar kirin ku dika pîrozbahiyê hilweşiya ye, lê piştre bi daxuyaniyekê ragihand ku îzdihameke mezin rû daye.

Hîn nayê zanîn ku ev îzdiham çawa çêbûye. Li gorî Magen David Adom, mirovan pê li hev kirine û bi vî rengî ji ser hişê xwe çûne.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li ser Twîtterê peyamek parve kir û got, "Felaketa mezin a li Çiyayê Meronê" û ji bo rizgarkirina birîndaran banga "duakirinê" kir.

Di şeva Înê de bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Rayedaran destûr dabûn ku tenê 10 hezar kes tevlî bibin. Lê belê amadekaran ji gelemperiya welêt zêdeyî 650 otobus birin ku ev yek tê wateya herî kêm 30 hezar kesî. Li gorî medya xwecihî jî 100 hezar kes li qadê li hev civiyan.