Di şerê Kirgizistan û Tacîkistanê de herî kêm 13 kes mirin

Kirgizistan û Tacîkistan ku du welatên Asya Navîn e, bi hev ketin. Di şer de herî kêm 13 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Kirgizistanê ve hate dayin, di navbera herdu welatan de li ser sînor şer qewimî.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di şer de ji roja Pêncşemê ve 113 kes 'mexdûr' bûne, ku 13 ji wan mirine. Hate ragihandin ku yek ji kesên mirine 'zarokeke keç e' ku sala 2008'an ji dayik bû.

Ev şer, ji şerê salên dawî yên li ser lihevkirina li ser xakê, şerê herî giran bû.

Li gorî agahiyan ji ber şer derdora 11 hezar û 500 kes ji herêmê hatin veguhastin.

Tacikistanê jî diyar kir ku ji aliyê wan ve tenê du kes di şer de birîndar bûne.

Lê belê Ajansa Nûçeyan a Rûs Ria-Novosti li gorî çavkaniyek ji şaredariya bajarê Îsfara yê li ser sînor ragihand ku herî kêm 3 kesên ji Tacikistanê mirine û 31 jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Derve ya Kirgizistanê roja Pêncşemê nîvro bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera herdu wealtan de ji saet 20:00 ê heman rojê û pê ve agirbest hatiye ragihandin û yekîneyên leşkerî li qadên xwe yên berê vegeriyane.

Şerê navbera van herdu welatên xizan û çiyayî, dibe ku berfireh bibe.

Kirgizistan, Tacikistan û Ozbekistanê geliyê Fergana yê berhemdar di dema Sowyetê de parve kiribûn. Sînorê ku hate diyarkirin hin kom ji welatê wan qut kiribû.