Li rojavayê Efrîkayê bi dehan çete hatin kuştin

Malî yek ji wan welatên li rojavayê Efrîkayê ye ku şerê li dijî çeteyên Îslamî yên tundrew lê giran e. Rayedaran diyar kirin ku bi dehan çete hatine kuştin.

Di daxuyaniya artêşa Malî de hate ragihandin ku li rojavayê Efrîkayê li gel mîsyona leşkerî ya Fransayê barkhaneyê, li dijî çeteyan operasyon hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, operasyonên li herêma Alatonayê, li dijî komên çete hatine kirin ku roja Şemiyê li Nionoyê êriş birin ser yekîneyên artêşê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herî kêm 26 Îslamiyên tundrew hatine kuştin. Artêşa Malî diyar kir ku di vê operasyonê de ya bi yekîneyên artêşa Fransayê hate kirin, ti windahî ji wan çênebûye.

Li Malî, ku piştî darbeya leşkerî ya sala 2012'an beşeke girîng a bakurê welêt kete destê komên ser bi El Qaîdeyê, piştî destwerdana artêşa Fransayê kontrol ji nû ve hate bidestxistin. Lê belê tevî vê yekê jî êirşên komên tundrew zêde bûn û heta li welatên cîran Burkina Faso û Nijerê belav bûn.

Li gel operasyonên hevpar ên Neteweyên Yekbûyî, Fransa û hin welatên Efrîkayê, ji ber êrişên komên Îslamî yên tundrew bi hezaran kesî li herêmê jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bûn.