Gemara plastîk: Dibe ku li okyanûsan masî jî nemîne

Hişyarî tê dayin ku okyanûsên her sal bêhtir bi plastîkan tên herimandin, eger tedbîr neyên girtin wê bibin qadeke welê ku di nava 30 salî de masî jî lê nemînin.

Raporên ku hefteya derbasbûyî bi wesîleya Roja Cîhanê hatin amadekirin, nîşan didin ku li gel hişyariyan jî gemara plastîk a li okyanûsan salên dawî qat bi qat zêde bûye. Li okyanûsên ku ji sê paran du parê cîhanê ne, rêjeya gemara plastîk a ku heta îsal çêbûye, tê texmînkirin ku 150 milyon ton e.

Li gorî texmînan, eger tedbîr neyên standin wê heta sala 2050'î, gemara plastîk a li okyanûsan bibe 750 milyon tonî. Ev jî tê wê wateyê ku ji masiyan bêhtir wê gemara plastîk li nava avê hebin.

Herçend gemara mezin a plastîk li ber çavê mirovan dikeve jî, li gorî lêkolînan ji sedî 92 ê gemara plastîk a li ser û binê okyanûsan plastîkên ji parçeyên gelekî biçûk pêk tê ku jê re 'mîkro plastîk' tê gotin. Ev jî tê wê wateyê ku bi rêya masiyan plastîk ji nû ve tên ser sifreya mirovan.

Plastîkên hinekî mezintir, dema ku ji aliyê masiyan an jî zindiyên din ên deryayê bi şaşitî têne daqurtandin, gefeke mezin e. Li gorî daneyên Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) her sal li okyanûsan nêzî 100 hezar zindiyên guhandar ji ber plastîkan dimirin. Li gel hişyarî û hewldanan jî nêçira masiyan a zêde dewam dike ku ev yek û zêdebûna plastîkan dibe ku bibe sedem ku di nava dehan salên bê de masî ji bo xwarinê nemîne.

Tê texmînkirin ku di vê serdemê de salane 220 milyon ton plastîk tên çêkirin.

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) destnîşan kir ku ji bo guhertina vê rewşê, divê sîstem bê guhertin ku rêjeya jinûve veguherandina plastîkan bê zêdekirin. Lê belê ne li welatên pêşketî ne jî li welatên bi pêş dikevin, di vê mijarê de hîn qanûnek nîne ku guhertineke cidî bike.