Rojavayî encamên ku ji hilbijartina Sûriyê wê derkevin ji niha ve red kirin

Welatên endamên rojavayî yên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê encamên hilbijartinê ku tê payin 26'ê Gulanê li Sûriyê bibe, ji niha ve red kirin.

Welatên endamên Konseya Ewleehiya NY'yê ku DYE, Fransa û Kraltiya Yekbûyî serkêşiya wan dikin, hê ji niha ve diyar kirin ku encamên hilbijartina Sûriyê ew ê qebûl nekin. 

Sefîrê Fransayê yê NY'yê Nîcolas Rîvîere di rûniştina mehande ya li Konseya Ewlehiyê ya têkilî Sûriyê got, ''Fransa wê encamên hilbijartinê tê payin dawiya mehê were kirin nasneke.''

Hevtaya wî ya Emerîkî Lînda Thomas-Greenfîeld jî bi helwesteke wiha rabû û got, ''Serneketina di qebûlkirina Destûreke nû de ispata wê ye ku xwedêgiravî hilbijartina 26'ê Gulanê wê qelp be.''

Li ser navê Kraltiya Yekbûyî Sonîa Farret jî got di rewşeke wiha de ku şertên ewle û bêalî nînin, tim tirs heye û bi milyonan mirov hewceyî gezek nanin, ev şert 'rewatiya siyasî nadin hilbijartinê'. Farrey got ev zêdetir dibe kêmkirina gelê Sûriyê.

Hin endamên din ên welatên YE'yê jî gotin divê hilbijartina li Sûriyê di bin banê NY'yê de werin kirin, muxalefet û dîaspora jî tevlê bibe. Sefîrê Estonyayê Sven Jurgenson got, ''Ji bilî ve her tişt wê weke kelevajiyekê were qebûlkirin.''

Nûnerê Rûsyayê  Vassîly Nebenzîa, ku Rûsya ku yek destekarê sereke yê Şamê ye, got, ''Nayê qebûlkirin ku destwerdan li karê navxwe yê Sûriyê bê kirin.''