Fransayê dest bi girtina endamên Tûgaya Sor kir

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron biryar da ku endamên berê yên Tûgaya Sor îade bike. Bi hinceta ku di salên 1970 û 1980’an de li Îtalyayê çalakî kirine, 7 endamên Tûgaya Sor hatin girtin û li 3 endaman jî digerin.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Fransayê rayedarên Îtalyayê ji bo destpêkê 200 kes dixwest. Lê bi biryara Serokkomar Emmanûel Macron 10 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Bi hinceta ku Tûgaya Sor di salên 1970 û 1980’an de li Îtalyayê çalakî kirine, Îtalyayê ji Fransayê dixwest ku wan îade bike.

Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee 7 endamên berê yên Tûgaya Sor di 28’ê Nîsanê de hatine destgîrkirin û li 3 kesan jî digerin.

Divê endamên berê yên Tûgaya Sor heta 48 saetan derxînin pêşberiya dozgeriya Parîsê û piştre jî divê dadger ji bo dersînorkirinê yan jî kontrola edlî biryarê bide.