Li gorî Putîn, sûcdariya Çekyayê 'absurt' e

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, îdîayên Çekyayê ku dibêje, welatê wan li Çekyayê 'êrişa terorîstî kiriye', sûcdariyeke absurt e.

Yek ji mijarên ku Çekya hefteyên derbasbûyî Rûsya pê sûcdar dike, teqîna sala 2014'an a li cebilxaneyeke leşkerî ye ku îdîa dike, ev teqîn ji aliyê îstîxbarata leşkerî ya Rûs (GRU) ve hatiye kirin. Piştî weşandina raporek li ser teqînê, 18 dîplomatên Rûs bi sûcdariya 'sîxuriyê' hatin dersînorkirin. Rûsyayê jî bi heman rengî 20 dîplomatên Çek dersînor kiribû.

Bi heman rengî Romanya, Slovakya, Letonya, Lîtvanya û Estonyayê jî biryar dabûn ku ji bo 'piştgiriya bi Çekyayê' dîplomatên Rûs dersînor bikin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û sûcdariyên ku li welatê wî tên kirin weke 'absurt' pênase kir. Di daxuyaniya Kremlînê de hate ragihandin ku tedbîrên dijî Rûsyayê hatine wergirtin jî bi heman rengî 'absurt' in.

Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov nava rojê daxuyanî da û sûcdariyên Çekyayê red kir. Peskov diyar kir ku sûcdarî gelekî giran in û rexne kir ku sûcdarî 'bêbingeh' in û 'zerarê didin têkiliyan'.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî sûcdariyên rêveberiya Pragê weke 'daxuyaniyên tevlîhev' bi nav kir û diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropayê 'bersivê bide' sûcdariyan.