Li peravên Giravên Kanaryayê drama koçberan: 17 kes mirin

Li Giravên Kanaryayê ku van salên dawî rêya herî zêde ya ber bi Ewropayê ye, keştiyek noqî binê avê bû. Cenazeyê herî kêm 17 koçberan hate dîtin.

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravî yên Spanyayê, li peravên Giravên Kanaryayê yên li Okyanûsa Atlantîkê, gelek koçber xeniqîn.

Li gorî daxuyaniyê, keştiyek bi 265 mîlî dûrî girava El Hierro ya Kanaryayê noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku li cihê bûyerê 17 cenaze hatin dîtin. Rayedaran diyar kirin ku ji keştiyê tenê 3 kes filitîn.

Ji ber tedbîrên tund ên Yekîtiya Ewropayê yên li Derya Spî, koçberên ji Efrîkayê bi giranî berê xwe didin Giravên Kanayayê ji bo xwe bigihînin Ewropayê. Sala 2019'an 2 hezar sala 2020'î jî 23 hezar koçberan xwe gihandin Giravên Kanaryayê.

Lê belê berevajî aliyê Derya Spî, koçberên ku berê xwe didin Giravên Kanaryayê dikevin nava rêwîtiyeke gelekî metirsîdar. Tenê sala 2020'î derdora 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.