Di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku di dema operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, di êrîşên bombeyî ya li bajarokê Tarmiya ya dikeve bakurê paytext Bexdayê de, 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku li bajarokê Tarmiya ya li bakurê Bexayê dema lêgerîna çeteyên DAÎŞ’ê de bombeyek bi wesayîtek leşkerî ya bi tîpa Hamer ve teqiya ku ew wesayît a fabûra 3 ya lîwaya 59’ ê firqeya 6 a artêşa Iraqê bû. Di encama teqînê de 4 leşker hatin kuştin. 2 leşker û kesek din birîndar bû.

Di teqînên peyhev ên li heman herêmê de jî 6 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Li gorî vê yekê bi giştî di êrîşên bombeyî de 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin.