DYE beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ji Efganistanê vedikişîne

DYE ku xwe amade dike leşkerên xwe ji Efganistanê vekişîne, ji ber zêdebûna êrişên demên dawî biryar da ku beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ên li vî welatî vekişîne.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û welatên NATO'yê amadekariyan dikin ku ji meha bê û pê ve 9 hezar leşkerên xwe yên li Efganistanê vekişînin. Di rewşeke wiha de hefteyên derbasbûyî êrişên Talîbanê zêde bûn. Tê payin ku di salvegera 20'an a êrişên 11'ê Îlona 2001'ê de leşkerên xwe bi temamî ji Efganistanê vekişandibe.

Lê belê di demeke wiha de Talîbanê êrişên xwe yên li ser hêzên ewlekariyê û sivîlên Efganistanê zêde kiriye.

BEŞEK JI PERSONELÊN DÎPLOMATÎK WÊ BÊNE VEKIŞANDIN

DYE'yê li hemberî êrişên ku dema dawî zêde bûne ragihand ku wê beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ji Efganistanê vekişîne. Sefîrê Bilind ê Emerîkayê yê li Efganistanê Ross Wilson gefên li paytext Kabûlê û zêdebûna bûyerên tundiyê weke hincet nîşan da û diyar kir ku wan biryar dane beşek ji personelên dîplomatîk vekişînin.

Wilson diyar kir ku biryara vekişînê tenê ji bo 'beşeke biçûk' a personelên dîplomatîk e û ragihand ku personelên ji bo vekişîna leşkerên Emerîkî girîng e, wê li Efganistanê bimînin.