Qedexekirina çixareyê gelo dikare pêşî li kişandina wê bigire?

Li Zelanda ya Nû ku tê xwestin, kişandina çixareyê bi temamî bê qedandin, hikumetê dixwaze kişandina çixareyê li mirovên piştî sala 2004'an ji dayik bûne qedexe bike. Ev pêkanîn di heman demê de bûye cihê fikaran.

Hikumeta Zelanda ya Nû dixwaze, heta sala 2025'an civakê bi temamî ji çixareyê paqij bike. Bi vê armancê jî xwe amade dike ku biryarên radîkal bigire. Hikumet plan dike, bi rêya qanûnekê firotin û kişandina çixareyê li mirovên piştî sala 2004'an ji dayik bûne, qedexe bike.

Hate ragihandin ku ev qanûn ji bo pêşîgirtina li destpêkirina çixareyê ya ciwanan tê amadekirin û tê xwestin ku dema bê ji bo her kesî derbas bibe. Bi saya vê yekê tê xwestin ku kişandina çixareyê li tevahiya welêt bi dawî bikin.

Piştî bicihanîna qedexeya destpêkê ya li ser kişandina çixareyê, wê tedbîrên weke; diyarkirina 'buhayê kêmtirîn', kêmkirina rêjeya nîkotînê ya çixareyê û kêmkirina cihên firotinê bikevin dewrê.

BI RÊYA QEDEXEYAN GELO PÊŞÎ LI KIŞANDINA ÇIXAREYÊ DIKARE BÊ GIRTIN?

Projeya ji bo qedexekirina çixareyê ku bi rojane nîqaş li ser tê kirin, her wiha bûye cihê fikar û gumanan jî.

Ji profesorên tenduristiya cemaweriyê ya Zanîngeha Cenevreyê Jean-François Etter berî çend rojan fikrê xwe yê li ser mijarê parve kir û ev yek weke mijareke 'bi pirsgirêk' pênase kir.

Etter bi bîr xist ku demeke gelekî dirêj e bikaranîna narkotîkê qedexe ye û got, "Me bandora neyînî ya feraseta qedexekar, bi taybetî jî bandora xwe ya li ser mafên mirovan dît."

LI WELATÊN KU BERÊ HATE QEDEXEKIRIN HÎN BÊHTIR TÊ KIŞANDIN

Ji saziya bi navê GREA ku li ser bikaranîna madeyê lêkolînê dike, rêveberê saziyê Jean-Felix Savary jî bi bîr xist ku berê bikaranîna çixareyê hatibû qedexekirin. Savary bi bîr xist ku li Dewleta Osmanî ji bo bikaranîna tûtinê cezayê îdamê dihate birîn û destnîşan kir ku piştî vê qedexeyê bikaranîna tûtinê zêdetir bû. Savary anî ziman ku qedexeya bikaranîna alkol an jî narkotîkê bi kêr nehatiye û diyar kir, qedexeyên bên danîn divê li rewşa civakî bên.

Li Zelanda ya Nû ku qedexekirina çixareyê tê nîqaşkirin, ji çar kesên dimirin yek jê ji ber çixareyê dimire.