Li Ermenistanê cangoriyên qirkirinê hatin bibîranîn

Ermen û Kurdan, li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê cangoriyên qirkirinê bibîranîn.

Bi wesîleya salvegera 106’an a Qirkirina Ermen, gelê Ermenistanê li meydana bîranîna qirkirinê kom bûn. Piştî merasîma fermî ya dewletê girseyê saet 12:00’an berê xwe da cihê bîranînê. Çeleng û gul danîn li cihê bîranînê.

Heyetek ku ji nûnerên Yekitiya Jinên Azad, Komîteya Kurdistan û Şêwra Gelê Kurd a ku ji Kurdên li Ermenistanê tevlî bîranînê bûn. Heyeta Kurd got, “Em Kurd û saziyên ku li Ermenistanê dijîn, ji ber ku di sala 1915’an de gelê Ermen qir kirine, em dewleta Osmanî û dewleta Tirk şermezar dikin. Em diyar dikin ku di vê roja reş de em bi gelê Ermen re ne û êşa wan êşa me ye.”