Cara pêşî ye ku li Sûriyê êrîş diçe ser keştiya petrolê ya Îranê

Hate ragihand bi êrîşa ser keştiya petrolê ya Îranê sê kes hatine kuştin.

Ji destpêka şerê Sûriyê û wir ve cara pêşî ye ku êrîşeke wiha dibe.

Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê li peravên Sûriyê keştiyeke petrolê ya Îranê bûye hedefa êrîşan. Hate gotin yek ji depoya sotemeniyê derb xwariye û 3 kesên li keştiyê mirine.

Mala Çavdêr got li dest wan ti agahîn înin bê ka êrîş ji hêla kê ve hatiye kirin û çekeke çawa hatiye bikaranîn, hate diyarkirin 3 kesên ku mirine ji Sûriyê ne.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê di daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Sûriyê de şewat di depoya depoyên petrolê de derketiye, dibe ku êrîş bi doronê hatibe kirin k nehatiye tespîtkirin dron a kîjan welatî ye.

Ji destpêka şerê Sûriyê 2011'an û wir ve cara pêşî ye ku êrîşek wiha dibe.

Guman jê tê birîn dibe ku Israîlê êrîş anîbe. Israîlê heta niha li dijî hikûmeta Şamê û hevalbendên wê leşkerên Îranê û Hîzbillaha Îranê bi sedan caran êrîş biriye. Di êrîşan de dron hatine bikaranîn. Dewleta Israîlê li ber raya giştî kêm caran êrîş li xwe girtiye.

Pêrşemê jî li Şamê bi êrîşa hewayî ya Israîlê efserekî Sûriyeyî hatibû kuştin. Israîlê moşekeke ku ketibû ser xaka wan kiribû sedema êrîşê.