Yekîneyên NATO'yê dest bi vekişîna ji Efganistanê kirin

Hêzên NATO'yê yên li Efganistanê, roja Pêncşemê dest bi vekişînê kirin.

Rayedarekî NATO'yê ku navê xwe eşkere nekir ji AFP'ê re got, "Vekişînê dest pê kir. Wê pêvajoyeke bi rêk û pêk, bi koordîne û plankirî be. Ewlehiya yekîneyên me di her gava rêwîtiyê de wê bibe karê sereke. Ji bo ewlehiya personelên xwe em gavên pêwîst hemûyan diavêjin."

Rayedar bi hinceta ewlekariyê eşkere nekir ku koma destpêkê ji çend leşkeran pêk dihat û leşkerên kîjan welatî bûn.

Rayedar diyar kir ku eger di dema vekişînê de Talîban êriş bike wê 'bersiveke xurt' bidin û got, "Vekişîn wê di nava çend mehan de temam bibe."

Hêzên tifaqê bi biryarekê ku meha Nîsanê dabû, ragihandibû ku heta 1'ê Gulanê wê kontenjanên xwe vekişîne.

Serokê DYE'yê Joe Biden diyar kir ku li Efganistanê 'armanca wezîfeyê' bi cih hate anîn û diyar kiribû ku wê heta 11'ê Îlonê yekîneyên Emerîkayê bi temamî vekişin.

DYE û Talîbanê di Sibata 2020'î de li hev kiribûn û li gorî vê lihevkirinê diviyabû heta 1'ê Gulanê vekişîn pêk bihata. Lê belê ev pêvajo ji bo 11'ê Îlona 2001'ê salvegera êrişê hate taloqkirin.

Di rewşa heyî de zêdeyî nîvê xaka Efganistanê di destê Talîbanê de ye û hejmara endamên Talîbanê jî ji 10 sal beriya niha gelekî zêdetir e. Gelek generalên Emerîkî vê yekê piştrast dikin.