CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Maliyê mayin teqiya: Herî kêm 16 sivîl mirin
Li Maliyê ku bi êrişên çeteyên Îslamî yên tundrew her di rojevê de ye, mayinek teqiya. Di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Îşev li Xezeyê agirbest dikeve meryetê
Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê agirbesta li Şerîda Xezeyê ya di bin dorpêçê de erê kir û agirbest îşev saet 02:00’an dikeve meryetê. -
Têkiliyên DYE-Rûsya: Pêkanîn li şîrketa Gazpromê nehate ferzkirin
DYE ku bi wesîleya civîna Konseya Arktîkê nîşaneya nermkirina têkiliyên bi Rûsyayê re da, destnîşan kir ku dest ji pêkanînên li ser projeya Nord Stream 2 a gaza xwezayî ya Rûs berdaye. -
Artêşa veşartî ya 60 hezar kesî ya DYE'yê
Hate ragihandin ku DYE xwedî artêşeke ji 60 hezar kesî ya veşartî ye û di asta navneteweyî de ji aliyê Pentagonê ve weke gefekê tê bikaranîn. -
Çiyayê qeşayî yê herî mezin ê cîhanê ji Cemsera Başûr qût bû
Hate ragihandin ku çiyayê qeşayî yê herî mezin ê cîhanê ji Cemsera Başûr qût bû. -
Derbarê Trûmp Organîzatîonê lêpirsînek hate destpêkirin
Derbarê Trûmp Organîzenatîonê lêpirsîneke cezayî hate destpêkirin. Di vê organîzasyonê de bi sedan şîrketên nêzî serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp û xizmên wî hene. -
Şerê Hamas-Israîlê didome: Li Gazzeyê 217 kes mirin
Şerê di navbeyna rêxistina Hamasê û Israîlê de didome. Ji ber êrîşên Israîlê ji 10'ê Gulanê û wir ve ye li Şerîda Gazzeyê 63 jê zarok bi kêmanî 217 kes mirin. -
Ji bo Efrîka ji nava krîzê derkeve, pêwîstî bi alîkariyeke mezin heye
Di Civîna Bilind a Aboriyê ya Efrîkayê de ku li Parîsê hate lidarxistin, beşdar hem fikir bûn ku ji bo parzemîn ji nava krîza aboriyê derkeve pêwîstî bi sedan milyar dolarî heye. Rê û rêbazên peydakirina vê fînansmanê tê nîqaşkirin. -
Li Hindistanê ji ber bahozê 127 kes winda bûn
Li Hindistanê ji ber bahoza Tauktae'yê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li rojavayê welêt keştiyek noqî binê avê bû û 127 kes winda bûn. -
Li Gazzeyê hefteyekê nêzî 200 kes mirin
Artêşa Îsraîlê serê sibehê careke din êriş bir ser Gazzeyê. Di nava hefteyekê de nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Şîlî 14 milyon kesî dengê xwe dan
Li Şîlî 14 milyon kesî, ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî û meclîsa ku wê destûra nû ya bingehîn binivîsîne, dengê xwe dan. -
Li Endonezyayê ji ber girtina wêne keştî noq bû: Herî kêm 7 kes mirin
Li girava Cava ya Endonezyayê li keştiyeke bargiran, ji ber ku tûrîstan xwestin wêneyê xwe bigirin, keştî noq bû. Herî kêm 7 kes mirin. -
Li Xeta Gazzeyê êrîşên hewayî: 8 jê zarok herî kêm 33 kes mirin
Dewleta Îsraîlê vê yekşemê ji hewayî ve li Xeta Gazzeyê da. Hate diyarkirin di van êrîşan de herî kêm 33 Filistînî mirine. -
Gazze dîsa li hev ket, rola Tirkiyê çiye?
Hate ragihandin di êrîşa hewayî ya Israîlê de ya yekşemê ya li ser Şerîda Gazeyê 17 Filistînyên din hatine kuştin. -
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê giran bû
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê doh bi şev jî bi dijwarî dewam kir. Li Şerîda Gazzeyê heta niha herî kêm 145 kes hatine kuştin. Li aliyê Îsraîlê jî 10 kes hatin kuştin. -
Li Efganistanê agirbest qediya, şer dest pê kir
Li Efganistanê, agirbesta ku bi wesîleya Cejna Remezanê di navbera Talîbanê û hêzên hikumetê de hatibû ragihandin, piştî sê rojan qediya. Li başûrê welêt ji nû ve şer dest pê kir. -
Artêşa Îsraîlê li Gazzeyê li avahiyên çapemeniyê jî da
Balefirên şer ên artêşa Îsraîlê li Gazzeyê li navenda çapemeniyê da. Di vê navenda çapemeniyê de buroyên El Cezîre û Assocîated Preesê jî heye. -
DYE dengê xwe li Azerbeycan bilind kir; yekîneyên xwe vekişîne
DYE’yê dengê xwe li Azerbeycan a bi desteka dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirina Ermenistanê didomîne bilind kir û ji Bakuyê xwest ku tavilê yekîneyên xwe ji sînor vekişîne. -
Lîdera Partiya Çepgir: Dagirkirina malan rewa ye
Hevseroka yek ji partiya muxalîf a Elman a Partiya Çepgir Janîne Wîssler ji bo ku balê bikişîne ser pirsa bêmalbûnê, diyar kir dagirkirina malan rewa ye. Wîssler, rexneyên tund anî ser îstîxbaratê jî ku ji pêkhateya partiya wan Marx21'ê dişopîne. -
Li gorî Berlînê êrîşên bi roketan a Hemasê ‘êrîşên terorîstî’ ne
Berdevkê hikûmeta Elman Steffen Seîbert ji bo êrîşên roketan ên Hamas ên ji bo Îsraîlê got; ‘êrîşên terorîstî’ û diyar kir ku ‘mafê parastina rewa’ ya Îsraîlê heye. -
Li Efganîstanê di roja duyan a agirbestê de li mizgeftê teqîn
Di roja duyan a agirbestê ya di navbeyna hikûmeta Efgan û Talîbanan de, ku agirbest Cejna Remezanê hatibû danîn li paytextê li mizgeftekê teqîn çêbû, bi kêmanî 12 kes mirin. -
Hêzên Emerîkî ji baregeheke girîng a Efganîstanê vekişiyan
DYE'yê ji baregeha hewayî ya li başûrê Efganîstanê Kandaharê yekîneyên xwe bi temamî vekişandin. -
Li Kolombiyayê hikumet li dijî gel li pişta polîsan e
Gelê Kolombiyayê ku bi çend hefte ne li dijî hikumetê li ber xwe dide, dixwaze ku polîsên bi dehan kes qetil kirine bê reformekirin. -
Parçebûyîna rahîban, cûnta leşkerî ya li Myanmarê mayinde dike
Li Myanmarê ku bi mehan e di bin zexta cûnta leşkerî de ye, parçebûna li nava oldaran dibe sedem ku derbasbûna li nava demokrasiyê zehmet be. -
Li Brezîlyayê bi hezaran kes li dijî nijadperestî û tundiya polîsan meşiyan
Li Brezîlyayê piştî operasyona bi xwîn a polîsan, bi hezaran kes daketin qadan û li dijî tundiya polîsan û nijadperestiyê çalakî kirin.