Ji bo Efrîka ji nava krîzê derkeve, pêwîstî bi alîkariyeke mezin heye

Di Civîna Bilind a Aboriyê ya Efrîkayê de ku li Parîsê hate lidarxistin, beşdar hem fikir bûn ku ji bo parzemîn ji nava krîza aboriyê derkeve pêwîstî bi sedan milyar dolarî heye. Rê û rêbazên peydakirina vê fînansmanê tê nîqaşkirin.

Civîna bilind bi pêşengiya Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron pêk hat û nûnerên welatên Ewropa û DYE'ê jî tevlî bûn. Di civînê de rewşa Efrîkayê hate nirxandin ku ji aliyekî ve ji ber Covîd-19 di nava lepên krîza aboriyê de ye, li aliyê din jî li dijî êrişên çeteyên Îslamî yên tundrew li ber xwe dide.

Yekîtiya Efrîka û gelek welatên Efrîkayê di asta serokên dewlet an jî hikumetan beşdarî civînê bûn. Di civînê de mijarên 'derketina ji nava krîzê' û 'têkoşîna li dijî terorîzmê' ya li parzemînê hatin nirxandin. Hate destnîşankirin ku ji bo welatên Efrîkayê yên di nava xizaniyeke giran de ne, di nava 4 salan de pêwîstiya xwe herî kêm bi 285 milyar dolarî heye.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron anî ziman ku 285 milyar dolar heta sala 2025'an divê bê peydakirin û herî kêm 100 milyar dolar divê bi lezgînî were peydakirin.

Serokdewletê Komara Kongo ya Demokratîk Felîx Tshîsekedî jî anî ziman ku di civîna roja Duşemê de ya li Qesra Elysee wan li hev kirine ku pêwîstî bi vê alîkariyê heye, lê belê 100 milyar dolar wê têrê neke.

Ji bo rizgarkirina Efrîkayê ji nava krîzê, bikaranîna 'Mafê Kişandinê yê Taybet' (Special Drawing Rights) bê bikaranîn ku rezerva navneteweyî ya Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ye. Mafê Kişandinê yê Taybet di asta navneteweyî de 650 milyar dolar e û normal 33 milyar dolarê wê ji xwe ji Efrîkayê re diçe. Di nava pêşniyarên li civînê hatin kirin de yek ji wan ew e ku 100 milyar dolarên ku divê tavilê bên peydakirin, ji vê fonê bê peydakirin.

IMF û welatên ku fonê didin di sala 2020'î de li hev kiribûn ku deynên welatên Efrîkayê ji nû ve sererast bikin.

Efrîka ew parzemîne ku biçûkbûna aboriyê ya ji ber Covîd-19 di sala 2020'î de bandora herî giran lê kiriye. Aboriya parzemînê sala derbasbûyî bi rêjeya ji sedî 3,5 biçûk bû û piştî 25 salan yekemcar li paş ketibû.