Şerê navbera Îsraîl û Hamasê giran bû

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê doh bi şev jî bi dijwarî dewam kir. Li Şerîda Gazzeyê heta niha herî kêm 145 kes hatine kuştin. Li aliyê Îsraîlê jî 10 kes hatin kuştin.

Îsraîlê ji hewa û bejahî ve bombe li 100 nuqteyan barand. Te gotin ku ji bejahî ve hîn hêzên leşkerî ji sînor derbas nebûne.

Komên çekdar ên Fîlîstînî jî zêdeyî 2 hezar û 300 roket avêtin navend û herêmên başûr ên Îsraîlê. Gelek roket li paytxt Tel Avîvê û herêma derdorê ketin.

Di şeva Şemiyê de hêzên hewayî yên Îsraîlê 3 avahî hilweşandin. Bi sedan malbat neçar man ku xwe li nexweşxaneya El Şîfa bigirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê roja Şemiyê avahiyek ku buroyên El Cezîrê û Ajansa Nûçeyan a AP tê de bûn, îmha kirin. Beriya êrişê avahî hatibû valakirin.

Ofîsa penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Gazzeyê (UNRWA) ragihand ku ji bo malbatên ku xaniyên wan hatine hilweşandin wê dibistanan bikin stargeh.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres ji ber zêdebûna kuştina sivîlan nerazîbûn nîşan da. Gûterres diyar ki rku roja Înê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de ya li ser kampa penaberan a El Şatî ya li Gazzeyê, zarok jî di nav de 10 kes ji malbatekê hatin kuştin.

Rojên dawî yên meha Remezanê li Mescîdêı Aksayê bi destwerdana polîsan şer dest pê kiribû. Di destwerdana polîsan de 300 kes birîndar bûbûn. Li ser vê yekê jî Hamasê roket avêtibû Îsraîlê û şer dest pê kiribû.

Êvara Şemiyê lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye daxuyaniyek da û got, "Berxwedan mertal e û rêya herî kurt a ber bi Qûdsê ye. Min ji Netanyahû re got ku divê bi êgir nelîze, ji xwe em zanin ku Qûds ji bo her Fîlîstîniyekî azad tê çi wateyê."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî daxuyaniyên xwe yên ji bo sorkirina şer dewam kir. Netanyahû got, "Heta ku ewlehiya gelê xwe careke din pêk bînin em ê bi rengekî xurt bersivê bidin." Netanyahû got, "Me bi dehan terorîstên Hamasê ji holê rakir û avahiyên ku ji bo avêtina fuzeyan bi kar dianîn tevî bi sedan terorîstên tê de îmha kir."