Hevseroka Partiya Çepgir Janîne Wîssler ku di hilbijartina Îlonê de wê ji partiya xwe bibe namzet di ropartaja xwe de ya ku di Der Spîegelê de weşiyaye têkilî mijarên cihê bi daxuyaniyê xwe kete rêza pêşî ya rojeva Elman. Wîssler, ji bo ku yek ji pêkhateya partiya wan Marx21'ê dişopîne rexne li Rêxistina Paratsina Destûrê kir, ku ev rêxistina ku saziya îstîxbarata navxwe ye, têkilî îdîayan jî got, ''Kelevajî ye''.
Wîssler diyar kir weke ku îstîxbaratê îdîa kiriye rêxistineke veşartî ya bi navê Marx21 nîne û got, ''Meha bihurî jê haydar bûm ku tê şopandin. Ev xebatên edebî dikin, kongreyan organîze dikin, li ser teoriyên cihê nîqaşan dikin, xwepêşandanan dikin.''
Wîssler bi berdewamî ameje bi diziya rastgirên radîkal kir, ku cebilxaneya artêşê dîzîbûn û got, ''Em her cure tundiyê red dikin. Van salên dawî min nebihîstiye ku çepgirên radîkal cebilxaneya artêşê diziye, mirov kuştine an jî xwediyê depoya çekan in. Kuştina Walter Lubcke, êrîşên li Halle û Hanau mezinahiya talokeya terora rastgir nîşan da. Komên antî-faşîst ji Rêxistina Parastina Destûrê ku bi hezaran xebatkarên wê hene, zêdetir avaniyên rastgir deşîfre kirine.''
Hevseroka Partiya Çepgir her wiha têkilî pirsa bêmalbûnê ya van salên dawî ya li Elmanyayê, ji bo ku balê bikişînini ser pirsa bêmaliyê dagirkerina malan rewa ye. Wîssler her wiha got ji kesên ku bi çalakiya bêîtîatiya sivîl malan dagir dikin zêdetir divê kesên ku avahiyan vala dihêlin werin krîmînalîzekirin û xwest yekdestên mezin ên emlakan ji hêla dewletê ve bikin camewerî.