Li Xeta Gazzeyê êrîşên hewayî: 8 jê zarok herî kêm 33 kes mirin
Dewleta Îsraîlê vê yekşemê ji hewayî ve li Xeta Gazzeyê da. Hate diyarkirin di van êrîşan de herî kêm 33 Filistînî mirine.
Dewleta Îsraîlê vê yekşemê ji hewayî ve li Xeta Gazzeyê da. Hate diyarkirin di van êrîşan de herî kêm 33 Filistînî mirine.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Gazzeyê di êrîşên hewayî de vê yekşemê herî kêm 33 kesên Filîstînî mirin. Hate diyarkirin ku di van êrîşan de 8 zarok jî mirine.
Ji roja duşemê ku êrîşên li ser Xeta Gazzeyê dest pê kiriye, heta niha 52 jê zarok 181 kes mirine.
Roja şemiyê jî 8 zarokên ji heman malê bi giştî 10 Filîstînî li kampeke penaberan di êrîşan de mirine.