Parçebûyîna rahîban, cûnta leşkerî ya li Myanmarê mayinde dike

Li Myanmarê ku bi mehan e di bin zexta cûnta leşkerî de ye, parçebûna li nava oldaran dibe sedem ku derbasbûna li nava demokrasiyê zehmet be.

Ji 1'ê Sibatê dema destpêkirina darbeya leşkerî û vir ve li Myanmarê gel li dijî cûntaya leşkerî li ser piyan e. Cûnta leşkerî jî bi komkujiyan bersivê dide vê nerazîbûna gel. Hejmara mirovên ku heta niha di çalakiyên bêîteatiya sivîl de yên li dijî cûntayê jiyana xwe ji dest dan, tê gotin ku 780 kes derbas kiriye.

OLDAR DI NAVA XWE DE PARÇE BÛNE

Li Myanmarê derdora 300 hezar rahîbên Bûdîst heye ku helwesta wan ji bo çalakiyên bêîteatiya sivîl girîng e. Lê belê rahîbên Bûdîst ên ku di berxwedana piştî darbeya sala 2007'an bi roleke girîng rabûn, îsal piştî darbeyê di nava xwe de parçe bûne.

Beşeke girîng a oldarên li ber bêîteatiya sivîl radigin neçar dimînin ku xwe veşêrin, beşek jî yên ku li dijî polîtîkayên Serokwezîra têkbirî Aûng San Sûû Kyî ne, piştgiriyê didin cûntayê. Di nava van de rahîbên neteweperest ên ûltra hene ku artêşê weke 'parêzvanê netewe û olê' pênase dikin.

Bi sedan rahîbên Bûdîst ên li ber cûntayê radibin, li bajarê Mandalayê ku weke 'paytexta olî' tê pênasekirin, di xwepêşandanan de dirûşmên "Alîkariyê bidin ku em Myanmarê rizgar bikin" qîriya bûn. Oldaran xwestibûn ku sûcên cûntayê yên li dijî mirovahiyê bên rawestandin.

JI BER 'METIRSIYA ÎSLAMBÛNÊ' PIŞTGIRIYÊ DIDIN ARTÊŞÊ

Lê belê rahîbên rastgiriya tund ku Misilmanan weke 'metirsiyê' dibînin ku ji sedî 5 'ê nifûsa Myanmarê Misilman e, bi vê helwesta xwe hewldanên mirovên dixwazin demokrasî bê vegerandin zehmet dike. Rêxistina olî ya bi navê 'Ma Ba Tha' ku sala 2014'an hate avakirin, serkêşiyê ji vê yekê re dike. Li gorî Ma Ba Tha, li Myanmarê metirsiya 'Îslambûnê' heye.

Lê belê ev îdîa li gorî nifûsa Misilmanan a li vî welatî, rasteqîn nayê dîtin. Endamên vê tevgerê ku beriya çend salan tevger hatibû qedexekirin, îdîa dikirin ku desthilatdariya Serokwezîr Aûng Sang Sûû Kyî bê hilweşandin wê Bûdîzm 'tune bibe'.

Cûnta leşkerî ku bandora mirovên oldar ên Bûdîst dibînin, li şûna xwe nasekine. General Mîn Aûng Hlaîng ku weke lîderiya cûntayê hate hilbijartin, tevî gelek payebilindên leşkerî gelek caran keşîşxane ziyaret kiribûn.