Artêşa veşartî ya 60 hezar kesî ya DYE'yê

Hate ragihandin ku DYE xwedî artêşeke ji 60 hezar kesî ya veşartî ye û di asta navneteweyî de ji aliyê Pentagonê ve weke gefekê tê bikaranîn.

Li gorî nûçeyek ku li kovara Newsweek a Emerîkî hate weşandin, ev artêşa ku bi deh qatî ji hêza operasyonel a CIA'yê xurtir e, ji aliyê Pentagonê ve di nava 10 salên dawî de bi bernameyekê hate avakirin.

Hate ragihandin ku artêşa navborî di operasyonên xwe de pêwîstiyê bi destûra kongreya DYE'yê nabîne û xwedî budçeyeke ji 900 milyon dolarî ya salane ye.

Li gorî nûçeyê ev artêş li dijî Koreya bakur, Rûsya û Îranê çalak e û li qada leşkerî û sivîl kar dike.

Li gorî Newsweekê, Ryan Fogle ku ji aliyê Rûsyayê ve bi sîxuriya CIA'yê tê sûcdarkirin, endamekî vê artêşê ye.

Fogle sala 2013'an bi hinceta ku hewl da rayedarekî Rûs ji bo karkirina ji bo DYE'yê qanih bike, ji aliyê servîsa ewlekariyê ya Rûs ve hatibû girtin.

Têkildarî nûçeyê, Wezareta Karên Derve ya DYE'yê hîn şîrove nekiriye.