DYE dengê xwe li Azerbeycan bilind kir; yekîneyên xwe vekişîne

DYE’yê dengê xwe li Azerbeycan a bi desteka dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirina Ermenistanê didomîne bilind kir û ji Bakuyê xwest ku tavilê yekîneyên xwe ji sînor vekişîne.

Peyîza borî Azerbeycan a bi desteka dewleta Tirk a dagirker beşek Qerebaxa Jorîn dagir kir, di rojên dawî de ketiye nava hewldanên dagirkirina hinek axên ku weke yên Ermenistanê tê zanîn. Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkeriyê ya bi çend kêlometreyan a li nêzî Gola Sev.

Ji berdevkên Wezareta Kerê Derve ya DYE’yê Jalîna Porter, ji rêveberiya Baku xwest ku yekîneyên xwe hemû yên li ser sînorê Ermenistanê ‘tavilê vekişîne’.

Jalîna Porter a bi rêya telefonê tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû, diyar kir ku DYE tevgera Azerbeycan a li herêmê weke ‘bêberpirsyarî û rewşeke neheq û sorkirinê’ îfade kir.

Porter anî ziman ku welatê wan ji nêz ve bûyerên li herêmê diqewimin dişopîne.