Gazze dîsa li hev ket, rola Tirkiyê çiye?
Hate ragihandin di êrîşa hewayî ya Israîlê de ya yekşemê ya li ser Şerîda Gazeyê 17 Filistînyên din hatine kuştin.
Hate ragihandin di êrîşa hewayî ya Israîlê de ya yekşemê ya li ser Şerîda Gazeyê 17 Filistînyên din hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendiristiyê ya Xazeyê di êrîşa hewayî ya Israîlê de ya Gazzeyê 17 Filistîniyên din hatin kuştin.
Hate ragihandin ji Duşema dî û wir ve 174 Filistînî hatine kuştin û li gorî eynî çavkaniyan di nav kuştiyan de 47 jê zarok in.
Di nav vê heftiyê de hate ragihandin 200 Filistînî birîndar bûne.
Tê gotin li aliyê Israîlê 10 kes mirine.
Di êrîşa hewayî de ya roja Şemiyê li ser Gazzeyê hatibû gotin ji yek malbatê 10 kes mirine.
Li gel bangên navnetewî jî ti îşaretek nîne ku şer wê raweste. Kana vî şerî ji Şerê 6 Rojan a Hezîrana 1967'an e. Di vî şerî de ya li dijî welatên Ereb Israîlê Şerîda Gazzeyê ya di ber kontrola Misrê de, Şerîda Gazzeyê, Şerîda Rojava û Qudsa Rojhilat dagir kiribû.
1994'an Şerîda Xazeyê beşek jê kete ber kontrola Rêveberiya Filîstînê. Bi çarçoeya Peymana Aştiyê ya Osloyê li Gazzeyê û li Şerîaya Rojava sê cihên kontrolê hatin danîn. Herêma A'yê kete ber kontrola Filîstînê, herêma B'yê kete ber kontrola sivîlên Filîstinê ku ewlehiya wê ji Israîlê berpirs e û herêma C'yê jî da ber kontrola Israîlê.
Dawiya salên 1990'î û serê salên 2000'î li Xazeyê Hamas li dijî peymana Osloayê derket û rokêt avête Israîlê. Israîl ji Gazzeyê vekişiya û Şerîa ya Rojava û Qudsa Rojhilat ma.
Şerîda Gazzeyê li gel Şerîaya Rojava weke xaka Filîstînê hate diyarkirin.
Sala 2005'an Rêveberiya Filîstînê hemû Şerîda Xazeyê kontrol kir. Piştî bi salekê Hamas li Gazzeyê di hilbijartinan de bi ser ket û El Fetîh winda kir. Encamên hilbijartinê li qada navnetewî ji hela beşekî berfireh ê civakê ve nehate qebûlkirin. Israîl, DYE, YE'yê alîkariya darayî ya li Gazzeyê da sekinandin. Vê navbeynê Hamasê tevahiya Şerîda Gazeyê kontrol kir. Bi vî rengî Gazze ji hêla siyasî û aborî ve heta niha hate tecrîdkirin. Misir û Gazzeyê li dora Gazzeyê dorpêç danîn.
Tevgera Îslamî ya Hamasê diyar dike ew dixwaze dewleta Filîstînê ava bibe û Israîl bi temamî were hilweşandin û peymana Osloyê red dike.
Nav heftiyê lêkolê Center for Peace Communîcatîonsê Davîd Khalfa ji kovara Fransî Le Poînt re axivî û bi taybetî bal kişande ser rola Tirkiyê.
Khalfa diyar kir qanadê ku bi sîwana Hamasê dertê pêş alîgirê tundiyê ye û got, ''Tevgera ku bi kevneşopî di navbeyna lîdertiya xwecih a Gazeyê û lîdertiya li sirgûnê ya li Qatar û Tirkiyê parçe bûyî, li gel ku xwe ji êrîşa Israîlê ya li ser Gazzeyê didin paş jî ji bo ku îmaja wan a li nav Filîstînê dîsa çêbibe ji rewşê dixwaze sûd werbigire.''
Khalfa got, ''Qatar alîkariyeke xweş dide Hamasê lê her wiha dixwaze têkiliyên xwe bi Israîl, Emerîkî û Misiran re jî bidomîne...Qatar alîkarî dide da ku Şerîda Xazeyê ji hêla aborî ve nerûxe, ji ber vê teqîna vê ne di berjewendiya wê de ye.''
Khalfa wiha behsa rola Tirkiyê dike: ''Tirkiye pê dizane li cîhana Ereb qert bi temaî qerta pan-Îslamî ye. Van salên dawî bandora wê a li Sûriyê şikest. Nekarî bi hêzên Ereb ên herêmî re ku ji xwe re weke dijber dibîne li hev bike. Li Deryaya Rojhilat li ser mijara derxistina gazê tifaqa enerjiyê ya Misir, Israîl, Qibris û Yewnan ne di berjewendiya wan de bû. Tirkiyeya Erdogan niha bi stratejiyeke bela sêrî dixwaze xwe weke hêzeke bivenevê nîşan dide.''
Khalfa dibêje rola Tirkiyê 'nediyar e'', destnîşan kir ku dewleta Tirk ji hêla siyasî, dîplomatîk û darayî ve destekê dide Hamasê, bal kişande ser rola komên bi desteka Tirkiyê ya li rageşiya li dora Mizgefta Aksayê.
Li ser pirsa 'armanca Tirkiyê çiye?'' Khalfa wiha dibêje: ''Rejîma Erdogan di serî de li Urdun û Siûdî ji bo ku hêzên Ereb bi zîrekena têk bibe dîn weke mijareke nazik bi kar tîne. Urdun ji şerê 1967'an û wir ve di rêveberiya mizgeftên Qudsê re bi roleke girîng rabû. Siûd her wiha bi çarçoweya aştiyê ya pirhêlî dixwaze bi rola xwe rabe. Ji bo Tirkan meseleya Qudsê ew e ku xwe ne tenê weke hêzeke Îslamî cîhana Ereb lê her wiha weke hêzeke ku doza parastina doza hemû cîhana Îslamî dike, nîan bide û bi vê dixwaze ji rastiya ku ne Erebbûnê xilas bike.''