Li Efganistanê agirbest qediya, şer dest pê kir

Li Efganistanê, agirbesta ku bi wesîleya Cejna Remezanê di navbera Talîbanê û hêzên hikumetê de hatibû ragihandin, piştî sê rojan qediya. Li başûrê welêt ji nû ve şer dest pê kir.

Talîbanê di sê rojên destpêkê yên Cejna Remezanê de agirbest ragihandibû û hikumeta Kabûlê jî qebûl kiribû.

Ji roja Yekşemê û pê ve li wîlayeta Helmand a li başûrê welêt, di navbera aliyan de şer ji nû ve dest pê kir.

Şer bi giranî li derdora paytexta wîlayetê Leşkergahê diqewime. Ji 1'ê Gulanê dema destpêkirina pêvajoya vekişînê ya hêzên DYE'yî û vir ve li herêmê şer ji nû ve giran bû.

Li gorî rayedarên xwecihî, piştî ku agirbest qediya talîbanê êrişî gelek nuqteyên li derdora paytextê kir. Artêşa Efgan jî piştrast kir ku şer dest pê kirin.

Roja Înê li taxeke Kabûlê êrişeke bombeyî li mizgeftekê hatibû kirin û herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. DAÎŞ'ê ev êriş li xwe girtibû.

8'ê Gulanê li taxeke paytext Kabûlê ku piraniya şêniyên wê Hazara yên Şîa ne, li dijî dibistaneke xwendekarên keç êrişên bombeyî hatibûn kirin. Di encamê de zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Hikumetê berpirsyariya vê êrişê xistibû stuyê Talîbanê, lê Talîbanê red kiribû.

Tê payin ku DYE û hevalbendên wê heta 11'ê Îlonê temamiya hêzên xwe ji herêmê vekişînin.