Li Hindistanê ji ber bahozê 127 kes winda bûn
Li Hindistanê ji ber bahoza Tauktae'yê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li rojavayê welêt keştiyek noqî binê avê bû û 127 kes winda bûn.
Li Hindistanê ji ber bahoza Tauktae'yê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li rojavayê welêt keştiyek noqî binê avê bû û 127 kes winda bûn.
Bahoza Tauktae, ku weke bahoza herî dijwar a tropîkal a dehan salên dawî tê pênasekirin, bandoreke giran li eyaletên Kerala, Gao, Maharaştra û Gujaratê yên Hindistanê kir.
Ji ber bahozê li peravên Bombayê roja 18'ê Gulanê keştiyek noqî binê avê bû. Hêzên Deryayî yên Hindistanê ragihand ku 127 kes winda bûne. Bi du keştiyên şer û helîkopteran karê lêgerînê tê kirin. Keştiya ku 273 kes tê de bûn, roja 17'ê Gulanê bi rê ketibû.
Bahoza Tauktaeyê roja 17'ê Gulanê gihîşt qada bejahî. Bayê ku hêza xwe saetê bi 185 kîlometre bû, bû sedem ku 20 kes jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha 200 hezar kes jî hatin veguhastin.