Hêzên Emerîkî ji baregeheke girîng a Efganîstanê vekişiyan

DYE'yê ji baregeha hewayî ya li başûrê Efganîstanê Kandaharê yekîneyên xwe bi temamî vekişandin.

Berdevkê Artêşa Efganîstanê Xoce Yaya Elawî ragihand DYE ji yek baregeha herî girîng a li Efganîstanê vekişiyaye.

Elawî got, ''Ev baregeh bi fermî radestî me nekirine lê dikarim piştrast bikim ku ji baregehê vekişiyane.''

Serokê DYE'yê Joe Bîden nîvê Nîsanê daxuyaniyek dabû, gotibû hêzên Emerîkî heta 11'ê Îlonê wê bi temamî ji Efganîstanê vekişin.

DYE'yê 2500 leşkerên xwe yên li Efganîstanê bi fermî 1'ê Gulanê kişandibû.

Bi çarçoweya peymana dîrokî ku Sibata 2020'an di navbeyna DYE'ê û Talîban de hatibû kirin, 1'ê Gulanê Emerîkayê diviya hemû leşkerên xwe bikişanda. Lê rêveberiya Joe Bîden teqwîma vekişandinê taloqî salvegera 20'an a êrîşên 11'ê Îlona 2001'an kiribû.

Hevalbendên NATO'yê bi koordîneya bi Emerîkayê re hêzên xwe ji Efganîstanê dikişînin.

Vekişîna ji Kandaharê li rasta agirbesta sê rojî hat ku di navbeyna hikûmeta Efgan û Talîbanan de roja pêşî ya cejna remezanê dest pê kir û heta sê rojan wê bidome. Talîban di şer de ku ev nêzî 20 salan e didome, ev cara çaran e ku agibestê radigihîne.