Şerê Hamas-Israîlê didome: Li Gazzeyê 217 kes mirin

Şerê di navbeyna rêxistina Hamasê û Israîlê de didome. Ji ber êrîşên Israîlê ji 10'ê Gulanê û wir ve ye li Şerîda Gazzeyê 63 jê zarok bi kêmanî 217 kes mirin.

Israîlê bi balafirên şer şevê dî li Şerîda Gazzeyê da. Artêşê got wan tûnelên biner û malên fermandarên Hamasê kirine hedef.

Li gorî Wezareta Tendiristiyê ya Gazzeyê ji 10'ê Gulanê wir ve ji ber êrîşên Israîlê 63 jê zarok bi kêmanî 217 Filistînî mirine.

Her wiha hate gotin ji ber rokêtên rêxistinên Filistînî bi kêmanî 12 kes mirine.

Bi berdewamî hate gotin li Şerîaya Roajva ji hêla hêzên Isarîlî ve di eynî demê de 24 Filistinî hatine kuştin.

Li gorî artêşa Israîlê di nav neh rojan de rêxistinên Filistînî 3700 rokêt avêtine, ji van 90 ji 100'î ji hêla pergala berevaniya hewayî ve hatine bêkêrkirin.

Konseya Ewlehiyê ya NY'yê jî li ser mijara qebûlkirina deklasyoneke sivik ji hêla Washîngtonê ve hatiye xitimandin. Civîna ku Sêşemê hatî kirin jî ti encam neanî.

Lê Fansayê ragihand wan pêşnûmeyeke biryarê hazir kiriye ku li gel Misir û Urdinê wê banga agirbestê bikin.

Kanên dîplomatîk diyar dikin metna ku Fransayê hazir kiriye pir kurt û basît e.

Di metnê de li gel agirbestê tê xwestin, mirovên ku hewce ne divê bikaribin xwe bigînin alîkariya mirovî.

Di ser NY'yê re bi desteka Qatar û Misrê hewldaneke dî ya navbeynkariyê heye.

Serokê DYE'yê Joe Bîden cara pêşî ye ku desteka xwe ji bo agirbestê radigihîne.