Li Gazzeyê hefteyekê nêzî 200 kes mirin
Artêşa Îsraîlê serê sibehê careke din êriş bir ser Gazzeyê. Di nava hefteyekê de nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê serê sibehê careke din êriş bir ser Gazzeyê. Di nava hefteyekê de nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê di şeva Yekşemê de bi dehan carî bombe li Şerîda Gazzeyê barand. ji ber êrişê elektrîk qut bû, xisar li sedan avahiyan bû.
Hêzên hewayî bi daxuyaniyeke kurt ragihand ku ew li 'hedefên terorîst' ên li Gazzeyê dixin.
Şêniyên Gazzeyê ragihandin ku heta niha di vê astê de êrişeke hewayî li dijî wan nehatiye kirin.
Roja Yekşemê bû roja herî giran a şerê hefteyekê.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê ji 10'ê Gulanê ve herî kêm 197 Fîlîstînî hatine kuştin ku 58 ji wan zarok in. Her wiha zêdeyî 1200 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê Îsraîlê jî 10 kes hatin kuştin ku yek ji wan zarok e û 282 kes birîndar bûn.
Hamas jî di nav de komên çekdar ên Fîlîstînî zêdeyî 3100 roket avêtin Îsraîlê. Yekemcar di vê astê de êrişeke giran a bi roketan li dijî Îsraîlê tê kirin. Beşeke mezin a roketan ji aliyê sîstema parastina fuzeyê hatin têkbirin.
Roja Yekşemê balafirên Îsraîlê bombe li malên şefê Hamasê yê li Gazzeyê Yahya Sînwar û birayê wî barandin. Li ser rewşa berpirsyarê Hamasê agahî nehate dayin.