Çiyayê qeşayî yê herî mezin ê cîhanê ji Cemsera Başûr qût bû
Hate ragihandin ku çiyayê qeşayî yê herî mezin ê cîhanê ji Cemsera Başûr qût bû.
Hate ragihandin ku çiyayê qeşayî yê herî mezin ê cîhanê ji Cemsera Başûr qût bû.
Çiyayê qeşayî yê 170 kêlometre dirêj û 25 kêlometre fireh, xwedî rûberekî bi qasî 4 hezar û 320 kêlometreyî ye.
Ev çiyayê qeşayî yê ji Cemsera Başûr qût bû, di rewşa heyî de weke çiyayê herî mezin ê qeşayê yê cîhanê hate qebûlkirin.
Ajansa Fezayê ya Ewropa (ESA) tesbît kir ku niha çiyayê qeşayî li behra Weddell ye. Navê A-76 li çiya hatiye kirin.
Beriya niha çiyayê herî mezin bi navê B-15, sala 2000 ji Antartîka qût bûbû. Çiyayê qeşayî ya mijara gotinê xwedî rûberekî 11 hezar kêlometreyî bû.